Encama ku ji hilweşandina PKK ê were derxistin: 30 alên partîyê nake yek Ale Kurdistanê

17 ê Kanûnê, Roja Ala Kurdistanê ye. Ala Kurdistanê rêwîtiyek dijwar-zext derbas dike piştî ku li Bakurê Kurdistanê hate sewirandin û pejirandin dest pê kir. Her çend di reş nivîsên Med de sembolek dişibihe Ala Rengin hebe jî, ala ku em bi wateya xwe ya nûjen bikar tînin vedigere sala 1919 an. Ango, Ala Rengin ev 106 sal in hebûna dîrokî, nasnameya hevpar û îradeya kolektîf a gelê Kurd temsîl dike. Ala Rengin li serhildana Agiriyê, di Serhildana Şêx Seîd de û li Mahabadê hate bilindkirin. Ji ber vê yekê, heke hûn Ala Rengin red bikin, hûn sed salên dîroka Kurdan jî red dikin. Mîna PKK ê… Belê, bi redkirina Ala Rengin, hetta bi nîşandana dijminatiyê li hember wê, PKK beşek girîng ji dîroka Kurd, destkeftî û qurbaniyên berxwedana Kurd di sedsala 20 an de red dike.
Ku pkk ê xwe hilweşandiye êm ê van dijberîyên kirî bîr nekin û dê berdewamî ser van kiryaran biaxivîn. Berevajî vê, PKK hate hilweşandin, lê fikir û ramanên wê nehatin hilweşandin. Ji ber vê sedemê, divê birîn û zirara ku PKK bi rêya têgehên wekî têkoşîna îdeolojîk, paradîgmaya nû, tevgera azadiyê û şoreşa zîhnî li ser hişê Kurd û sosyolojiya Kurd çêkiriye yek bi yek werin eşkerekirin û rexnekirin. Û bi kurtasî, “PKK xwe hilweşand, lê helwesta xwe ya dijminahî ya li hember nasnameya Kurd û sembolên Kurdistanê nehilweşand.”
Ji destpêka damezrandina xwe ve, çar caran rasterast sembola Pkk ê guhertiye. Navê xwe guhertiye. Bi dehan al, pankart, sembol, sazî û rêxistin çêkirine û her tişt qebûl kiriye. Her reng qebûl kiriye, lê ala Kurdistanê qebûl nekiriye. Dem dem neçar maye ku wê bikar bîne jî, ala Kurdistanê hem wekî hevrik û hem jî wekî dijmin dîtiye.
Pêşî, hewl da ku di wê bêqîmet û bê wate bike. Ala rengîn weke ala PDK ala Barzanî û ala Başûr pênasedirkir. Piştre, bi awayekî îdeolojîk û çepgir dijminatiya xwe ya li hember ala Kurdistanê bi gotinên wekî sembola neteweperestî, paşverû û hwd binavkir. Vê yek ne tenê di bin navê PKK ê de kiriye. Li Rojhilat jî di bin navê PJAK ê de kiriye. Di dema serhildana Jina Emînî de, dema ku hemû Kurd yekgirtî bûn, PKK ê Ala red kir û got, “Ev ne ala komara Kurdistan a Mehabadê ye.” Li Rojava bi navên YPG û TEV DEM ê êrîş kirin ser ala Kurdistan. Di pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya 2014 an de li Rimêlanê, hêzên YPG ê gule li kesên ku ala Kurdistanê hildigirtin reşandine. Li Bakur û li Ewropayê, kesên ku Ala Rengîn di çalakiyan de hildigirtin rastî êrîşê hatin, wekî alîgirên PDK hatin binavkirin.
PKK û endamên wê, ku Ala Rengîn wekî sembola paşverûyî bi nav dikin, di meşan de wêneyên Ocalan hilgirtin, wêneyê wî li ser çiya û zinaran xêz kirin, û layengiran wêneyê wî maç kirin. Heta bi modelek pêlava Mekapê jî weke pîrozî li ser milan gêrandin. Yanî li gorî PKK ê, “hezkirina Ala Rengîn kevneşûpî e, lê hezkirina wêneyê Ocalan pêşverû; meş bi Ala Rengîn weke neteweperestî , lê meş bi wêneyê Ocalan re azadîxwazî binav dike” Ev rewşa trajîkomîk a PKK ê ye…
Di dîroka xwe ya 50 salî de, PKK çar caran stratejî û fikra xwe guhertiye, lê qet dev ji dijminahî ya domdar a bi rastiya neteweyî ya gelê Kurd bernedaye. PKK niha xwe hilweşandiye û navekî nedîtî û nenas heye, lê bi têgehên wekî “komûn, komûnar, entegrasyon, Judenrat” û bi peyvên din helwesta xwe ya dijî-kurd didomîne. Ev ne mumkin e.
Ji PKK ya ku ne Kurd û Kurdistanî tê hêvîkirin ku çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê peyda bike.
Çawa dikare partîyek ku bi nirxên neteweyî yên hevpar ên gelê Kurd re binakok e, li ser navê Kurdan biaxive û tiştekî çareser bike? PKK yek ku Kurd û Kurdistanê înkar dike, ew bi sere xwe beşek ji pirsgirêkê ye, ne hêza çareserîyê ye. PKK di pirsgirêka Kurd de ji sûdê bêtir zirar daye.
Mesela, zirarê daye yekîtiya neteweyî ya Kurd. Gelê ku divê li dora ala Kurdistanê hevpar bicive li ser bingeha dilsoziya rêxistinî hatiye parçekirin; yên ku ala Kurdistanê diparêzin hatine hedefgirtin. Vê nêzîkatiyê destkeftiyên gelê Kurd zêde nekiriye, berûvajî destkeft qels kiriye.
Û niha, bi salan di ser vê dijminatiyê re derbas bûne… Çi çêbû? PKK xwe hilweşand. Lê Ala Rengîn hîn jî bi serbilindî diheje… û niha Kurd Ala Rengîn ji her demê bêtir diparêzin û jê hez dikin. Û wê hembêz dikin… Dema werzişvan bi ser dikevin, ala Kurdistanê bilind dikin. Ciwan bi alê cûrber cûr çalakîyan dimeşin… Tevî hewldanên çar dewletên kolonyalîst û PKK ê di nav de, ala Kurdî dê zindî û roj bi roj geş bimîne…
Belê, PKK di dijminatiya xwe ya li hember ala Kurdistanê de têk çû… Lê mesele ne Ala ye. Mesele Kurdbûn e. Her çend PKK xwe hilweşand jî, lê zihniyeta xwe nehilweşandî ye. Helwest û sekina wê hîn jî dij-kurd e.