MHPê derbarê çarenûsa Gêrîlayên 3 rê diyar kirin

MHP-Ocalan-Gerila-Net

Partiya tevgera neteweperist ya Tirkiyeyê, pilaneke sê xalî ji boy pêvajoya aştiyê pêşkêşî parlamentoyê kir, bêçekkirina bi tevahî ya PKKê, radesitkirina endamên rêxistinê diyartirîn xalên wê ne, Ocalan jî li ser vê yekê razî bûye.

Li gorî rojnameya Daily Sabah ya nêzî hikûmeta Tirkiyeyê, MHPê vê dawiyê ji bo serkeftina pêvajoya “Tirkiyeyê bê teror”, pilaneke sê xalî pêşkêşî parlamentoyê kirî ye, hûrguliyên pilanê di raporeke 120 rûpelî de cih digirin.

Di destpêka vê hefteyê de, MHPê ragihand ku ewê raporek ji boy pêşvebirina pêvajoya “Tirkiyeyê bê teror” pêşkêşî parlamentoyê kiriye.

Raport pilaneke sê-qonaxî dihewîne:

  1. Bêçekkirina bi tevahî ya PKKê.

  2. Radesitkirina endamên PKKê.

  3. Vejandina wan.

Raport tekez dike ku divê hemî endamên komê, tevî yên li derveyî welatî û yên girêdayî PKKê, beşdarî kampanyaya bêçekkirinê bibin.

Li gorî raporên medyayê, raport pêşniyar dike ku cezayê endamên PKKê yên ku di tu sûcan de ne, were rakirin û teslîmî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê were kirin. Endamên PKKê yên ku razî dibin li gel rayedarên Tirkiyeyê hevkariyê bikin, divê di bin şertek yek-salî de bin ku li gorî qanûnên heyî dikare heta sê salan were dirêj kirin.

Rapor dibêje divê rayedarên ewlehiyê pêşî piştrast bibin ku hemû çek hatine radestkirin an jî hatine tunekirin û endamên PKKê divê teslîm bibin.

Raport her wiha behsa “mafê hêviyê” dike ku Bahçeli pêşî ji bo Ocalan, di berdêla bêçekbûnê de, anî ziman. Ew destnîşan dike ku ev mafê navborî nayê wateya berdana mehkûman û ew tenê nirxandinek li ser şert û mercên girtina mehkûman bû.

Herweha ew destnîşan dike ku kesên ku di terorîzmê de beşdarin û cezayê hepsa heta hetayê ya girankirî lê hatiye birîn, nikarin ji berdana şertî sûd werbigirin.

MHPê vê dawiyê tevlî şandeyek ji komîteya hevgirtina neteweyî, biratî û demokrasiyê bû, ku serdana Ocalan li girtîgehê kir. Raport hûrguliyên li ser vê hevdîtinê vedhewîne û dibêje ku Ocalan pabendbûna xwe bi înîsyatîfê re nîşan daye û piştrast kiriye ku hilweşandina PKKê ne bi şertê dayîna xweseriyê an şertên wekhev ji bo koma PKKê bû.