Şandeya Îmraliyê: Serdan û hevdîtinên me dê bidomînin

Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyêya gelan (Dem partî), ji bo gotûbêjkirina qonaxa nû ya proseya aştiyê, îro li parlamentoya Tirkiyeyê serdana şandeya AKP’ê kir û ji aliyê serokê koma AKP’ê Abdullah Guler, berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, serokwekîlê serokê giştîyê AKP’ê Efkan Ala ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtina ku saetek û nîvê dom kirî bi awayekî girtî û dûr ji çapemeniyê hat lidarxistin.
Di daxuyaniyekê de piştî hevdîtinê serokê koma AKP’ê Abdullah Guler axivî û diyar kir ku ew spasiya şandeya dem partiyê dikin û got: “hemû partiyên siyasî raporên xwe radestî komîsyona meclisê kirin. Herî dawî me jî rapora xwe teslîm kir. Li ser vê yekê jî me nirxandinên berfireh kirin.”
Her wiha Pervîn Buldan jî axivî û spasiya şandeya AKP’ê kir. Buldan anî ziman ku wan li ser merhaleya pêvajo gehiştiyê hevdîtin pêk aniye û wiha got: “me pêşniyarên xwe ji wan re kirin. Şandeya AKP’ê jî pêşniyarên xwe anîn ziman. Me girîngiya vê yekê diyar kir; aştî bê hiqûq nabe. Ji bo wê jî merhaleya em gihiştinê pêwîstiya wê bi zemîna hqûqî heye. Em di merheleyeke nû de ne. Serdan û hevdîtinên me dê bidomînin. Emê her tim di nava diyalogê de bin.”
Mîthat Sancar jî diyar kir ku serdanên şandeyê bo partiyên siyasî dê bidomin. Her wiha diyar kir ku ewê bi wezîrê Dadê û serokê meclisê re hevdîtinê bikin. Piştre jî wê bi Erdogan re jî hevdîtinê bikin.