Îran dê ciwanekî Urmiyeyî îdam bike

Iran-Ciwan-Kurd-Idam-info

Dadgeha Bilind a Îranê biryara Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê ya ji bo îdamkirina Mîhrab Ebdullahzade pesend kir.

Mîhrab Ebdullahzade ciwanekî Kurd ê 27 salî ye û ji Urmiyeyê ye ku di xwenîşandanên sala 2022yan de hatibû girtin.

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê belav kir ku cezayê îdamkirina Mîhrab Ebdullahzade, ji aliyê Şaxa 9emîn a Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye piştrastkirin.

Li gorî zanyariyan, Mîhrab Ebdullahzadeyê ku niha di Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê de ye, roja pêncşemê ji biryarê hatiye agahdarkirin.

Mîhrab Ebdullahzade payîza sala 2022yan hatibû girtin.

Havîna sala borî ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Tohmeta wî bexîtî (kesê ku ji bo rûxandina Komara Îslamî ya Îranê hewl dide) ye, wate endamtiya wan komên ku li dijî hikûmeta Îslamî çalakiyên bi çekan dikin.

Mîhrab Ebdullahzade bi kuştina endamekî hêzên Besîcê tê tohmetbarkirin ku hêzeke ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve ye.