Ne Leyla Zana şexseke û ne jî bêrêzî şexsî bûn: sivakatî li netewa Kurd hat kirin

Ne hêrseke demkî bû…Û qet ne herikîna hêrsa komekê bû…

Di dema maça Bursaspor-Somasporê de, li ser trîbûna heqaret û gotinên nebaş li Leyla Zana hatin kirin. Piştî vê bêrêzîyê, her kes ji parlamenterên Kurd ên di nav AKP ê de bigire heya parlamenterên MHP ê bûyer şermezar kir. Heta Meral Akşener, ku ji kesayetên neteweperest ên di siyaseta Tirkiyê de ye jî, li Leyla Zana gerîya û got ku ew “piştgiriya wê dike”…

Lêbelê, ev ziman ne nû bû…

Ev zîhniyet jî ne nû bû…

Û ev bêrêzî ne tenê li ser Leyla Zana bû…

Ew sivikayî û dijûn li nasnameya Kurdan hate kirin.

Navê Leyla Zana li vir sembolek e. Ew Leyla Zana ye ku sonda xwe bi Kurdî li parlementoya Tirkiyeyê xwarî, ew bibo sembola axaftina bi Kurdî û bi nasnameya Kurdî siyaset kirine. Ji ber vê rastîya Zana, bi sivikatî kirina bi wê peyamek ji Kurdan re hat şandin…

Ev zîhniyet ne zîhniyeta komek alîgirên yanekî futbolê an jî komeke siyasî di nav partiyekê de ye ku li dijî pêvajoya aştiyê ne; Ev ew zîhniyete ku 100 sale Komara Tirkiyê li dijî Kurdan dide meşandin.

Niha, siyasetmedarên Tirk ên ku bêrêzîya li Leyla Zana hatî kirin şermezar dikin, ger pêvajoya qaşo “çareseriyê” nebûya wan dengê xwe nedikir. Ji ber ku ew layen qet li dijî mirina Kurdan derneketine.

Ew ne alîgir, ew berpirsyarên wê zîhniyeta ku Kurdan înkar dike ne.

Mixabin, hin layenên Kurd, hewl didin ku ji bo pêvajoya aştiyê pirsgirêkê nerm bikin, mîna siyasetmedarên Tirk rastiya meseleyê eşkere nakin.

Mînak, Partiya DEM, ku îdîa dike ku nûnertiya Kurdên li Bakurê Kurdistanê dike, daxuyaniyek da lê nekarî bibêje, “Ev êrîşeke ku li hemî Kurdan hatîye kirin” Wan peyva “Kurd” jî bi kar neanî.

Bi heman awayî, tevgera jinan a PKK ê, KJB, daxuyaniyek da û ev bêrêzî wekî li dijî jinan hatîye kirin bi nav kir. Tevgerên jinan ên din ên girêdayî wan jî daxuyaniyên bi heman şêweyî dan. Wan hewl da ku meseleyê wekî keşekî femînîzmê bi nav bikin.

Na, ev ne kêşeya jinan e û ne jî kêşeya werzîşê ye: ew êrişeke li ser nirxên milletê Kurd.

Di 23 ê Cotmehê de, alîgirên Fenerbaxçeyê jî bêrêzî li lîztikvanê Kurd Deniz Undav kirin. Tenê ji ber ku ew Kurd bû. Partiya DEM wê demê jî bêdeng ma. Eger dengê xwe bilind bikirana û bigotana ev sivikatî li Kurdan tê kirin, dewleta Tirk dê bitirsiya. Û tu sivikatî li Leyla Zana jî nedihat kirin.

Ger Partiya DEM van bêrêzîyên rêxistinkirî yên ku li Leyla zana hatî kirin weke li hemî Kurdan hatî kirin bi zelalî bi nav neke û dijî nesekine sibe-dusibe nikare pêşîya hin êrişên din yên ku werin kirin bigire. Ji bo ku pêvajo neyê têkbirin, divê çavên xwe li van êrişan negirin. Ji bo vê yekê, divê ev dijminahîya li dijî Kurdan were eşkerekirin. Û bê guman, divê rêyên qanûnî jî werin meşandin.

Divê Kurd serlêdan li FIFA yê bikin da ku ji bo van daxuyaniyên “nijadperest û dijî-kurd” cezayê bixwazin. Divê berhemên Uludağ, ku sponsorê Bursasporê ye, werin boykotkirin.