Li ser Gotina ku Kurd li Sûriy kêmneteweyên koçber in

Mahir Hesen
Gotina ku “Kurd li Sûriyê kêmneteweyên koçber in” ne tenê şaş e, lê bi armanca tunekirinê hatiye çêkirin. Ev gotin dixwaze rastiya dîrokî biguherîne, lê nikarin.
Ax bi xwe şahid e. Dîrok şahid e. Belge şahid in.
Kurd ne tenê beşek ji vê welatî ne; ew xwediyên beşek ji vê axê ne. Kurdistana Sûrî ne bi şertên xwe ji Kurdistanê hate derxistin, lê bi hêz û siyaseta dewletan hate veqetandin. Ev rastî nayê guhertin, her çend navên dewletan biguherin.
Kurd li Kurdistanê ne – û sînorên nû nikarin dîrokê û rastiyê biguherin.lewma ez dibêjim ; Ev ax ne “Sûriya” ya û rojavayê kurdistan jî ji Dêrikê heya Efrînê, ne “Cezîra Sûriyê” ya. Bi wateya dîrokî; ev Kurdistana kevnar e ku bi hêzên kolonî û siyasî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hate bi sînorên nû veqetandin û bi navê “Sûriya nûjen” hate binavkirin.
Kurd li vir ne mêvan in, ne koçberên dereng in. Ew xwediyê axê ne. Sînorên Sûriyê, wek ku îro tê zanîn, encama şertên siyasî yên nû ne (Sykes–Picot, Lozan), ne encama dîroka gelan. Axê Kurdistanê berî vê sînorên nû bi sedsalan xwedî nasname û jiyana xwe bû.
Bi dijî wan gotaran ku dixwazin hebûna Kurdan li vê herêmê bi “koçên siyasî” yên sedsala bîstî re bi tenê ve girê bidin, rastiya dîrokî gelek zelal e. Erê, piştî sala 1925’an hin Kurd ji Bakurê Kurdistanê (li Tirkiyê) koç kirin, lê ew li axa xwe hatin, ne li axeke biyanî. Ew bi xwe bi Kurdan re tevgeriyan ku bi sedsalan li vir dijiyan. Koç nikare nasnameyek nû biafirîne, lê dikare nasnameyek berê biparêze.
Hebûna Kurdan li Kurdistana Sûriye bi gelek çavkaniyên dîrokî tê piştrast kirin:
Evliya Çelebî (1655) bi eşkereyî behsa aşîretên Kurdan li vê herêmê dike
Karsten Niebuhr (1764) navên aşîretên Kurdan qeyd dike
Austen Henry Layard (1849) nivîsiye ku aşîreta Millî bi sedsalan li Cezîrê hêza siyasî û civakî bû
Di defterên bacên Osmanî de (1552) navên aşîretên Kurdan wek Kîkî û Millî hatine tomarkirin.
Her weha, di çavkaniyên erebî û îslamî de, wek nivîsên İbn El-Esîr, Belazurî û El-Umrî, behsa Kurdan û cihên wan li Cezîrê û Diyarê Rabi‘a tê kirin. Ev hemû çavkaniyên hev re diyar dikin ku Kurd li bakurê Sûriyê bi dîrok û coğrafya xwe re girêdayî ne.
Nexşeyên Ewropî yên sedsala 19an û destpêka sedsala 20an jî, gelek caran beşên Cezîrê, Kobanê, Efrîn û Serê Kaniyê di nav herêmên ku wek Kurdî têne nasîn, nîşan didin. Ev nexşe û belge hemû diyar dikin ku erdnîgariya Kurdistanê bi şertên siyasî yên nû hat parçekerin, û beşek ji wê di nav sînorên Sûriyê de maye
Ev hemû nîşan didin ku Kurd bi rîşeyên xwe li vê axê ne, ne encama şertên nûjen.
Her çend di dewleta Sûriyê ya nûjen de siyasêtên asîmîlasyonê (erebîkirina bi zorê), nebinavkirina nasnameyê (bêwelatkirin), û tunekirina ziman û çandê li dijî Kurdan hatine meşandin, lê Kurd karîbûn nasnameya xwe biparêzin. Zimanê kurdî, her çend qedexe bû, di nav mal û civakan de sax maye û ji nifşê bo nifşê hatiye veguhestin.








