Li Silêmaniyê welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê bi kêran hate kuştin

Li gor agahiyan îro roja şemiyê li otela Tacî Paşa di nav bazara bajarê Silêmaniyê, termê kesekî hatiye dîtin ku şopên kêrê di laşê wî de hene.
Her li gor agahiyan, kesê hatiye kuştin ji Bakûrê Kurdistanê ye û hîn sedema kuştina wî nehatiye zanîn.
Heta niha polîsê Silêmaniyê di derbarê kuştina wî hemwelatî ve ti agahî belav nekiriye.