Di xwenîşandanên Îranê û Rojhilata Kurdistanê de 16 Kurd hatine kuştin

Iran-protest-info

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku di ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê re hefteyek derbas bû û heta niha mirina 17 sivîlan hatiye piştrastkirin.

Li gorî amarên ku tîma Hengawê piştrast kirine, li bajarên Melekşahî, Hemedan, Hersîn, Nûrawa, Kodeşt, Azna, Lordegan, Fûladşehr û Merwdeştê windahiyên canî çêbûne.

Ev bajar li parêzgehên Kirmaşan, Loristan, Hemedan, Fars, Îlam, Çarmehal û Bextyarî û Îsfehanê ne.

Hengawê da zanîn ku ew lêkolîna li ser herî kêm 6 bûyerên din didomînin û eger ev mirin bên piştrastkirin dê bi raya giştî re werin parvekirin.

Li gorî amarên Hengawê, ji 17 sivîlan 16 jê welatiyên Kurd in û yek jî Fars e.

Hat tomarkirin ku herî kêm 9 ji wan Kurdên Lur in.