Li Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin

Iran-Rojhilat

Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin. Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo roja pêncşemê banga greva giştî kir.

Armanca biryarê piştgiriya xwenîşandanên ku li Tehranê dest pê kirine û şermezarkirina kuştina welatiyan a li parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Loristanê ye.

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya hevbeş de diyar kir ku xwenîşandanên ku li Îranê didomin têkoşîna “maf, azadî, vegerandina rûmeta mirovahiyê û bidawîanîna cudakariyê” ne.

Di daxuyaniyê de midaxeleya tund a li hemberî daxwazên gel hat şermezarkirin.

Her wiha bang li xelkê hat kirin ku roja 8ê Kanûna Paşîna 2026an li seranserê Rojhilatê Kurdistanê deriyên dikanan venekin û greva giştî bikin.