Mal û dikanên Kurdan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tên talan kirin

Kurdan li Şêx Meqsûd

Kampanyayeke berfereh ya talan û diziyê li ser mal û dikanên Kurdan li taxên Şêx Meqsûd Û Eşrefiyê dest pê kirî ye.

Rwangeha Sûrî ya ya mafên mirovan aşkere kir, di çend rojên borî de, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rastî kampanyayek talankirin û dizyê hatin ku milk û dikanên welatiyên Kurd, û her weha malên sivîlan li gelek dever û kolanan hedef digirt.

Dest nîşan kir, ev mal û dikan di nav nebûna tevahî tedbîrên astenigkirinê de tên talan kirin.

Li gorî rwangehê nîştecîh fikarên xwe yên zêde li ser valahiya ewlehiyê ya berdewam û nebûna berpirsyariyê diyar dikin, ji ber nebûna tedbîrên zelal ji bo rawestandina binpêkirinan an vegerandina milkê talankirî.

Her wiha diyar kirî ye ku ev rewş kirîza mirovî û jiyanê ya li herêmê hîn xirabtir dike.