Rêveberiya Xweser di Bersiva Şera de: Maf bi fermanên demkî nayên parastin

Rêveberiya Xweser: Bombebarankirina nexweşxaneyan tawana şer û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de derbarê fermana ku duh êvarê ji hêla Ehmed El Şera ve hatiye dayîn de, tekez kir ku maf bi fermanên demkî nayên parastin û pêdivî bi rêziknameyên daîmî yên ku hemû gel û baweriyan dihewîne heye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê fermana ku duh êvarê ji hêla Ehmed El Şera, Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve hatiye dayîn de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragehand: “Me biryara serokê hikumeta demkî ya Sûriyê Ehmed El Şera ya der barê mafên Kurdên li Sûriyê de şopand. Em diyar dikin ku maf bi biryarên demkî nayên parastin, lê bi destûrên daîmî yên ku îradeya gelan û tevahî pêkhateyan îfade dikin, têne parastin.

Herwiha ragehand: Her biryarek niyeta wê çi dibe bila bibe, eger nebe beşeke destûreke giştî û mafên her kesî bêyî cudabûn mîsoger neke, nabe garantiya rasteqîn a mafên tevahî pêkhateyan. Wekî ku di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Xweseriya Demokratîk de hatiye destnîşankirin, divê destûreke demokratîk a pirreng were avakirin ku mafên tevahî pêkhate û civak û baweriyên li Sûriyê biparêze. Ji ber ku pirrengî jêdera hêza Sûriyê û bedewiya wê ye.

Daxuyaniyê de hat gotin: Di demekê de em dibînin dibe ev biryarek gava destpêkê be, lê hêviyên gelê Sûriyê bi cih nayne ku berdêlên giran dane û şoreşreke rasteqîn ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, avakirina dewleteke demokratîk ku her kes tê de bi azad û rûmet, edalet û wekhev bijî.

Rêveberiya Xweser dawiyê de jî got: Em teqez dikin ku diyaloga nîştimanî ya rasteqîn, destûreke demokratîk a nenavendî ya ku tevkariya rasteqîn di navbera hemû sûriyeyiyan de mîsoger bike û bingehên dewleta hemwelatîbûnê û edaleta civakî deyne, çareseriya bingehîn a pirsgirêkên maf û azadiyên li Sûriyê ye.”