HSD: Êrişên li dordora Kobaniyê hatin têkbirin

HSDê bi piştevaniya Hevpeymanan operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa dawî ya eniyên şer daxuyaniyek belav kir

HSDyê ragihand ku vê sibehê li dordora bajarê Kobaniyê êrişên komên çekdar ên Şamê hatine şikandin.

Li gorî daxuyaniyê, îro di navbera saet 03:00 û 06:00an de hêzên Şamê li eniya Sirînê ya li başûrê Kobaniyê du êrişên li dû hev pêk anî.

HSDyê diyar kir ku şervanên HSD û YPJyê bi qehremanî bersiva van êrişan daye.

Di encama van pevçûnan de gelek otomobîlên leşkerî hatine rûxandin û leşkerên tê de hatine kuştin.