Bahçelî dîyariya Ocalan bi xalîçeya Aştî û Demokrasiyê bi nav kir

Bahçelî dîyariya Ocalan bi xalîçeya Aştî û Demokrasiyê bi nav kir

Serokê MHPê Devlet Bahçelî daxuyaniyên balkêş dan. Bahçelî der barê pêvajoya “Tirkiyeya bê Teror” de ji tv100’ê re ji Denîz Gûrel û Başak Şengul re axivî û diyar kir ku serokê PKK’ê Abdullah Ocalan xalîçeyek diyarî jê re rêkiriye.

Bahçelî got: “Dema ku şanda Partiya DEMê di 12ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li Parlamentoyê serdana me kir, wan xalîçeyek ku bi taybetî ji hêla rêberê wan ê damezrîner Abdullah Öcalan ve li Şanliurfayê hatiye çêkirin, pêşkêşî me kir. Ez ji bo dilsoziya wî ya di derbarê yekîtî û biratiya Tirk û Kurdan de spasiya wî dikim.

Min ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kir û ji şanda mêvan re got: Di çanda me de, her xalîçeyek navek heye, û ez vê xalîçeyê wekî Xalîçeya Aştî û Demokrasiyê ya 27ê Sibata 2025an bi nav dikim.”