Li Kobaniyê karesata mirovî: 6 zarokan canê xwe ji dest da

Kobane-Karesat

Ji ber tundbûna dorpêça li ser bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, xwarin, derman û sotemenî ber bi xelasbûnê ve diçin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd da zanîn ku ji ber nebûna oksîjen û sermayê 6 zarokan canê xwe ji dest daye û “ard bi dest nakeve.”

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a li Rojavayê Kurdistanê Hediye Ebdulayê, ji Rûdawê re got, “Dorpêça tund a li ser Kobaniyê îro dibe 5 roj û bajar nêzîkî karesateke mirovî bûye.”

Rewşa xizmetguzariyê li bajêr di asteke metirsîdar de ye, nêzîkî 10 rojan e ku kareba û înternet li Kobaniyê qut bûne.

“Zarokekî nûbûyî ji ber nebûna oksîjenê mir”

Hevseroka Heyva Sor a Kurd got, “Di van 5 rojan de 5 zarokên biçûk ji ber nebûna derman û sotemeniyê û ji ber sermayê canê xwe ji dest daye.

Doh êvarî jî zarokekî nûbûyî ji ber nebûna oksîjenê li Nexweşxaneya Kobaniyê canê xwe ji dest da.”

Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê, xelkekî zêde ji gundên derdora Kobaniyê koçberî navenda bajêr bûne û pêdiviya wan a lezgîn bi cil û berg, betanî û sotemeniyê heye.

“Nan û av nemane”

Hediye Ebdulayê got, “Rewşa Kobaniyê gelekî xerab e, pêdiviya lezgîn bi derman, xwarin û avê heye; av nemaye û nan bi temamî kêm bûye, heta ard bi dest nakeve.”

Derbarê alîkariyên navneteweyî de jî Ebdulayê got, “Gotegotên şandina alîkariya Neteweyên Yekbûyî hene lê heta niha ti alîkarî negihiştiye Kobaniyê.”

Dorpêça li ser Kobaniyê piştî wê yekê tê ku ji ber êrişa Artêşa Ereban a Sûriyeyê, beşek ji navçeyên Rêveberiya Xweser ji destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derketin û ev yek bû sedema qutbûna wî bajarî ji navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê.