Wezareta Pêşmerge di salvegera 11ê ya rizgarkirina bajarê Kobaniyê de peyamek weşand

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera 11ê ya rizgarkirina bajarê Kobaniyê de peyameka rêzlêgirtinê weşand û tê de berxwedana efsaneyî ya Pêşmerge û şervanan li dijî terorîstên DAIŞê pesinand.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, ew serkeftina dîrokî berhema yekrêzî û fedakariya hemî wan qehremanan bû yên ku rê li ber ketina wî bajarî girt û di şerekê bêhempa de rêxistina terorîstî ya herî hov şikand.
Di ragihandina Wezareta Pêşmerge de hatiye ku, berî 11 salan Pêşmerge û şervanan mil bi mil di yek ji şerên herî dijwar ên sedsala 21ê de bi îradeyeka polayî karî Kobaniyê ji destê terorê rizgar bikin.
Wezaretê navbirî amaje jî da: Ew serkeftin ne tenê destkeftiyeka leşkerî bû, belkî serkeftina îradeya jiyanê û canê mirovahiyê li ser fikra tundrê û hovîtiyê bû. Wezareta Pêşmerge silav ji wan Pêşmerge û şervanan re şandin ên ku bi xwîna xwe rêça dîrokê guhert û rûmeta gelê Kurd parast.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, îradeya serketinê dê bi eynî ruhê berxwedana wê demê berdewam be û Kobanî dê serbilind bimîne.
Wezareta Pêşmerge herwesa silav ji bo canê paqij ê şehîdan şandin û tekez li ser girîngiya yekkdestî û yekrêziya neteweyî wekî yekane rêya derbazbûna ji xeteriyan û parastina aştî û tenahiyê kir.
Şerê Kobaniyê li Payîza sala 2014ê hat destpêkirin û ji bo dema çend mehan bala cîhanê kişand. Di Cotmeha wê salê de, bi biryara Serok Barzanî û pejirandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, hêzeka Pêşmergeyan ji bo piştgiriya şervanan li Kobaniyê hat şandin, ku ew cara yekê bû di dîroka nû de ku Pêşmerge ji bo piştgiriya pareka din a Kurdistanê ji sînoran derbaz bibe.
Di 26ê Çileya sala 2015ê de, ew bajar bi tevahî ji terorîstên DAIŞê hat paqijkirin, ew yek jî ji bo hilweşîna wê rêxistinê li seranserê cîhanê bû destpêkek. Îro 11 sal di ser wê bûyera dîrokî re derbaz bûn û wekî sembola hevgirtina hêza Kurdan tê bibîranîn.