Gelo Peymana HSD ê li gel Şamê Qezenc e yan Windakirin e?

Pêvajoya ku bi êrîşa li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li Helebê di 7 ê Çile de dest pê kirî, operasyonek bû ji bo “şikandin û êxsîrkirina Kurdên Rojava”. Ev operasyon di 30 ê Çile de bi rêkeftinek di navbera HSD û rêveberiya Şamê de hate rawestandin.
Pirsa tê nîqaşkirin gelo ev rêkeftin ji bo Kurdan windakirin e yan qezenc e. Ev pirs dikare bi lêkolîna şertên rêkeftinê û rewşa objektîf a li ser qadê were bersivandin. Lêbelê, berî ku em derbasî rêkeftinê bibin, em fer dibînin ku pêdivî ye çend çavdêrî li ser rola Başûrê Kurdistanê werin kirin.
Başûrê Kurdistanê rê li ber têkçûna mutleq girt; Serok Barzanî wekî Pêşewayê Neteweyî tevgeriya
Ev operasyona ku di 7bê Çile de li Helebê dest pê kir, bi rastî operasyonek bû ji bo şikandin û teslîmgirtina Rojava. Wan tam şêwaza Mogolan di dîrokê de û DAIŞ ê di demên nûjen de sepandin: êrîşên ji nişka ve, belavkirina tirsê bi zanebûn, afirandina bandorek şokê bi şêwazê terorîzmê, sedema koçberiyê, û dûv reyên kû êxsîrbûyî jî qetilkirin. Belê, tam ev tişt li Helebê hat kirin. Ji bo vê armancê terorê li dijî şervanên jin, êrîşên li ser cenazeyan û hwd. hatin belavkirin. Di rastiyê de, li ser Rojava teslîmbûnek bêrûmet hat farzkirin. Û şer zû gihîştin ber deriyên bajarên Kurdan ên Rojava.
Gelê Rojava û şervanên welatparêz helwestek bi rûmet nîşan dan, lê ew tene man. Li vir, Başûrê Kurdistanê wekî astengiyek li dijî dagirkirin û tûnekirina Rojava sekinî. Bê guman, Serok Barzanî û tevgera siyasî ya Barzanî mîmarên vê berxwedanê bûn. Tevgera Barzanî her tişt seferber kir; çapemenî, aborî, dîplomasî û gel. Em dikarin bibêjin ku tiştên ku di çapemeniyê de hatine ragihandin tenê bi qasî %40 ê tiştên ku tevgera Barzanî kirine temsîl dikin. Wekî Pêşewayê neteweyî, Serok Barzanî ji bo pêşîgirtina li komkujiya ku li dijî Kurdên Rojava bi hemî derfetên xwe kete nava xebatekî bêwestîyan.
Eger Başûrê Kurdistanê tunebûya, Rojava dê bi rewşek hîn girantir û bêvegertir weke karesata Efrîn û Helebê re rû bi rû bimaya. Em nikarin vê peymanê bêyî ku vê rewşê bibînin, binirxînin.
Peymana 30 ê Çile qezenc e an jî windahîye?
Berî her tiştî, ev Rojhilata Navîn e, û serdema ku em tê de dijîn serdemek kaosê ye. Jiyan û sepandina peymanên li ser kaxezê bandora wan ne diyar e. Ji ber vê yekê, pêvajo dê nîşan bide ka peymana 30 ê Çile dê peymanek dawî be an na.
Îmzekirina bilez a peymanê di demekê de ku Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li ser Sûriyê civînek li dar dixist, hinekî gumanbar e. Wisa xuya dike ku Tirkiye û Îmralî peyman zû ferz kirin da ku pêşî li biryara Parlamentoya Dewletên Yekbûyî ên Emerîkayê bigirin ku tevlî pêvajoyê nebe. Ji ber ku Dewletên Yekbûyî dixwest pêvajoyê bi Îranê re bilezîne û dijwartir bike. Ji bo vê yekê, wan pêdivî dît ku tevlîhevîya li Sûriyê rawestîne. Çareseriyek demkî hate dîtin ku dê her du aliyan aram bike. Wekî din, ev formul di asta navneteweyî de hate pejirandin. Tirkiye û Rûsya berê hatin agahdarkirin. Û wan ew qebûl kir. Tirkiyê tam tiştê ku dixwest bi dest nexist, lê mixabinî ve di dawiyê de, Rojava nebû cihekî ku Kurdan statuyek lê bi dest xistî.
Derbarê peymanê de, bendên wê, tewra dema ku bi herdu versiyonên Erebî û Kurdî werin lêkolînkirin jî, bi termînolojiya qanûnî û îdarî nehatine nivîsandin. Ji ber vê yekê, alî dê bicîhanîna bendan li gorî têgihîştina xwe şîrove bikin. Wekî din, mijarên wekî bîrên petrolê yên di bin kontrola Kurdan de dimînin, Rafineriya Rimelan, budçe, derîyên sînor,bac û karê rêveberiya herêmî di peymanê de bi awayekî misogerî nehatine çareserkirin. Her wiha, deriyê sînor ê nefermî yê Sêmalka, ku ji bo Rojava girîng e, di peymanê de tune ye. Belê, hêza leşkerî ya Rojava nayê hilweşandin, lê ew ê li derwrûbera bimîne. Hêzên Sûriyê dê bikevin bajaran. Ev tê vê wateyê ku îstîxbarata Tirk êdî dê li Qamîşlo bi azadî bixebite. Ev windahiyek girîng e.
Niha, dema ku rewşê ji nû ve binirxînin, Rojava pozîsyona xwe ya bihêz a 13 salan winda kiriye. Di rewşa xwe ya niha de, ew êdî aktorek leşkerî yê sereke nîne; hêza leşkerî lewaz bûye. Erdnîgariya wê sê herêman hatiye dabeş kirin. Serwerîya li ser dahata xwe winda kiriye.
Erê, ji perspektîfa pozîsyona 13 salan a Rojava, ev peyman windahiyek mezin e. Tiştê ku xelet dest pê dike qet rast bi dawî nabe. Bişkoka yekem a qemîsî xelet hate girêdan, heta dawiyê bi vî rengî xelet berdewam bike. Di vê nuqteyê de, ji bilî qebûlkirina vê peymanê vebijarkên alternatîf tune bûn. Û ji bilî pêşîgirtina li têkçûnek mutleq di şer de, wêrankirina bajaran, koçberkirin û komkujiyê, ev peyman ji bo Kurdan ti destkeftiyek neyna. Carinan, paşvekişandin pêwîst e. Peyman têkçûnek e, lê ne têkçûnek mutleq e. Ya ku paşê diqewime girîng e. Divê em her tiştî wekî ku qediyaye nehesibînin.
Lêbelê, ji bo avêtina gavan ber bi pêşerojê ve, rêveberiya Rojava divê rexneyek cidî li xwe bike. Divê kes, rêxistin û eqilmendên berpirsiyarê van windahiyan werin şermezarkirin.
Ne Kurdan, Ocalan û tevgera Apoîst wendakir
Kurd tu serdema ewqas yekgirtî nebûne û ji bo tu beşek ji Kurdistanê ewqas bedel nedane. can hatin dayîn, xwîn hat rijandin, ked hat dayîn, pere hat dayîn; Kurdan her tişt ji bo Rojava dan. Rêveberiya Rojava ev rewş rast nenirxand. Sedema herî mezin a vê yekê vîrûsa PKK ê ye.
Rêveberiya Rojava ev vîrûsa PKK ê bi tevahî jiya. Rojava di warê leşkerî, siyasî û mijarên din de li ser vê bingehê xelet hate şekilkirin. Wekî din, wê xeletiya mezin kir ku “bawerî bi propagandaya xwe kir” û ew we difikirî ku çi rêyên din nîne. Bifikirin ku bi salane Kobaniyê îdare dikin, lê wan pêdewîstîyên jîyanî bû mawê 10 rojan jî berdest nekiribûn. Ev bi tena serê xwe xeletiyek e. Pêdivî ye ku rêveberiya Rojava bi hûrgulîtir were nirxandin. Lê pêdivî ye ku rewş bi awayekî rast were nirxandin.
Ev pirsgirêk bi daxuyaniyên giştî yên wekî “kurdan winda kirin, Rojava winda kir” nayê paşguh kirin. Li Rojava, PKK û Ocalan winda kirin, ya rasttir, PKK û Ocalan bi zanebûn bûn sedema windakirina Rojava.
Heta berî ku mûra peymanê zuwa nebûyî, endamên PKK ê tiştên wekî “Netewa demokratîk li Rojava bi ser ket” û hwd propagande dikin. Lê ew dizanin ku ew bûne sedema windakirina Rojava. Lê ji bo ku derfeta sûdwergirtina ji Rojava winda nekin, ew vê propagandayê dikin. Propagandîst, stranbêj, nivîskar û her kesê ku wan heye, hemî ketina nava hewildanek jiqesta.
Erê, wekî me got, Rojava zarbekî giran xwari lê Rojava bi tevahî neqediyaye. Lêbelê, zincîrên PKK ê li ser stû, hiş û lingên wê hêjî mane. Gelo rêveberiya Rojava dê ji zincîrên Pkk ê xwe xilas bike, dê di rêya têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurd de berdewam bike, an dê dîsa ajandaya tarî ya APO bişopîne? Em vê yekê bibînin.
Vî gelî ji bo armanc û fantazîyên tarî yên Ocalan xwe nekir mertalê zindî bo Rojava. Gele Kurd xwe ji bo parçeya Kûrdistanê kir mertal ne ji bo Surîya Demokratîk. Ger ew berdewam bikin ku bibêjin “Bijî serok Apo, mezin Apo”, ew ê gele Kurd dîsa heman piştgirîyê nede wan. Ev jî rastiyek e. Êdî rêveberiya leşkerî û siyasî ya Rojava li ser duryanekê ye. Yan dê drûşmên gel ji xwe re bikin rêbaz û dê ber bi serkeftinê biçin yan jî dê bi fantazîyên Ocalan hê zêdetir rastî xîyanet û komkujî bihên.