Der barê nûçeya Darka Mazî ya bi manşêta “Mazlum Ebdî çûye Îmraliyê” daxuyanî da. …

Di 12ê Gulanê de, Darka Mazî nûçeyek bi sernavê “Ma Mazlum Ebdî çûye Îmraliyê? Rastî çi ye?” weşand. Ev nûçe her çend di medyaya Kurdî de pir nehatibe nîqaşkirin jî, lê di medyaya Tirkiyê de bû sedema nîqaşan.
Di nûçeyan de hat gotin ku Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed serdana Îmraliyê kirine û bi Ocalan re civiyane û hin hûrgulî li ser hevdîtinê dan. Hin dezgehên medyayê ev nûçe li gorî rojevên xwe yên siyasî şîrove kirin, hinên din jî îdia kirin ku nûçe ne rast e. Wekî desteya edîtoriya Darka Mazî, me pêwîst dît ku em vê mijarê zelal bikin.
Li gel nîqaşa girîng a ku piştî rapora Darka Mazî çêbû, her du aliyên (QSD- Dewleta Tirk) sereke yên têkildar hîn daxuyaniyek fermî nedane. Lêbelê, QSD ê ku pêwendîyên baş li gel xebatkarê Rûdaw Tv Dilbixwîn Dara hene bi rêya wî re got ku “ev nûçe ne rast e” û daxwaza zelalkirinê kir. Dara bi kurtî lê bi zelalî bersiv da û got, “Min lêkolîn kir, nûçe ne rast e.” Heta Dilbixwîn bi xwe jî ji vê bersiva xwe ne emîn bû loma ew mijar kurt bibire.
Bi rastî, heta eger dewleta Tirkiyê an rêveberîya Rojava daxuyaniyekê bidin û hevdîtinê înkar bikin jî, ev nayê wê wateyê ku nûçe derew e. Em wek edîtorîya Darka Mazî li pişt nûçeya xwe ne û di rastbûna wê de ti gumanek me tune. Heta eger alî nûçeyê înkar bikin jî, em ê wê tenê wekî “Dibe ku hinek planên wan ên loma vê mijarê veşartî dihêlin” şîrove bikin.
Serdana Ebdi ya Îmraliyê: Vaaqkî Duyemîn a Osloyê
Kanalên hevdîninê yên di navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de, wek civîn û name, hema bêje qet nehatine girtin. Bi taybetî piştî sala 1999 an, gelek têkiliyên pir kûr hebûn û ji raya giştî re nehatine eşkerekirin. Mînak, di sala 1999 an de, Sabrî Ok bi helîkopterê çû Îmraliyê, lê ev yek nehat ragihandin.
Di sala 2006 an de, Ehmet Tirk, Yûksel Genç û Sabrî Ok rojekî şemîyê çûn Îmraliyê, lê ev jî nehat ragihandin. (Me berê wekî Darka Mazî li ser vê yekê nûça dabû.)
Serdana Ebdi berdewamiya vê zincîreya serdanan e. Gotiek heye dibêje teşbîhê de kemasî nabe em dikarin vê serdanê wekî vaaqaya duyemîn a Osloyê jî bi nav bikin.
Hevdîtinên Osloyê di sala 2009 an de pêk hatin. Ger kesek wê demê bigota, “Mûsteşarê MIT ê Emre Taner, Hekan û hinek din endamên Mîtê 2 kg beqlewe birin Osloyê û bi Mistafa Qarasu, nûrîye Kespîr (Sozdar) û endamên din ên PKKê re li hotêlekê xwarin” kesî bawer nedikir. Lê bi rastî bi hevre beqlewe xwarin û bi hev re sohbet kirin. Tê gotin ku kesî, tevî gelek serokên PKKê yên wê demê, ji ev yek nizanibû. Lêbelê, ji ber nakokiyên di nav dewleta Tirkiyeyê de, hevdîninên Oslo hatin weşandin. Ji ber ku ew tomarên deng bûn, dewlet nikaribû wan înkar bike. Rastiyên Oslo hîn jî nayê zanîn.
Yanî hevdîtinên ku nehatine aşkere kirin ji yên hatî aşkerekirin pirr pir zêdetirin.
Ajansên veşartî mînan paqij dikin, pay re siyaset dikeve hundir
Û Emre Taner, serokê Rêxistina Îstîxbaratê (MÎT) ku pêvajoya Osloyê organîze kir, paşê li ser van civînan wiha digot: “Em ketin pêvajoya Osloyê da ku biyanî ji pirsgirêka Kurd lîstiken çênekin. Tirkiye bêçareyî tenê temaşe dike. Divê em bi vê grûpê (PKK) re bi tenê bimînin… Ajansên veşartî mînan paqij dikin, dû re siyaset dikeve hundir.”
Daxuyaniya Emre Taner rewşa heyî bi tevahî nîşan dide. Pêşî, Ajansên veşartî dikevin qadê, civînên veşartî têne lidarxistin. Dûv re tiştek ji raya giştî re tê gotin. Hemû têkiliyên di navbera PKKê û dewletê de wiha ne.
Ma Ocalan PKKe hilweşand? Gelo ev hemû pêvajo bi nameyên nivîskî pêk hat? Naa. Di wê heyamê de trafîka serdan û telefon çêbûn. Lê ev ji raya giştî hat veşartin.
Em niha bibêjin ku em mijar û aktoran dibînin ew in yên pêşya dîkê, lê bûyerên li pişt perda reşkirî gelek tişt diqewimin, ku têne veşartin. Di hevdîtina 30 ê Gulanê ya bi Ocalan re ku derket holê, rayedarekî dewletê derbarê şewitandina çekan de wiha got: “Em ê ji bo lezandina pêvajoyê pêşberî ragihandinê hinek tişta eşkere bikin. Piştre em ê wê pêvajo bêdeng bimeşînin”
Û bi rastî jî wisa ye. Bermahîyên agahiyan têne dayîn da ku raya giştî di derbarê pêvajoyê de manîpule bikin.
Mazlum Ebdî bi çi berdêla çûna Tirkiyê?
Serdana Mazlum Ebdi ya Îmraliyê jî veşartî ye. Çima? Ji ber ku li herêmê rewşek aloz heye, û Tirkiyeyê hîn bi tevahî biryar nedaye ka dê bi PKKê re çi bike. Di heman demê de, di hundirê Tirkiyeyê de pevçûnek navxweyî ya cidî heye. Ger hemû hûrgiliyên hevdîtinan di cih de werin eşkerekirin, girseya Kurd, ku jixwe xwe ji Ocalan dûr dixin, dê hîn bêtir şiyana kontrolkirina Kurdan dê kêm bibe. Ji ber vê yekê, Ocalan hewce dike ku karîzmaya xwe biparêze. Ji ber vê sedemê, dewlet-Îmralî rê li ber her ragihandinê girtiye.
Û tişta balkêş, her çend serdana Mazlum Ebdi ya Îmraliyê divê mijara sereke ya Kurdan be û divê bertekek jî çêbike, lê Tirk bertek nîşan didin. Ew QSD ya, ku xwediyê vê hêza dîplomatîk, leşkerî û aborî bûn îro hema hema gihîştiye xala ku di pêvajoya entegrasyonê de ji bo tabelayên bi zimanê Kurdî parsekî dike. Eger Ebdî çûye Îmraliyê, ew ji ber ku Ocalan şans şikandina statûya Rojava weke dîyarî pêşkêşî Tirkîyê kirîye. Li Rojava, ji ber ku Ocalan vîla, civîn, telefon, bijîşkekî taybet û hwd. dane wî, li hember astengkirina statuya Kurdî, ji bo Tirkiyeyê tiştekî nabêje.
Darka Mazî dest bilind dike: Li nêzî Qeladizê di navbera MIT û PKKê de civînek pêk hat
Em Wekî Darka Mazî, em ne li dijî hilweşandina PKKê û danîna çekan in. Armanca nûçeyên me ne astengkirina pêvajoyê ye û hwd. Lêbelê, em li dijî wê yekê ne ku komeke piçûk ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurd hevkariyê bike. Wekî din, em li dijî wê yekê ne ku pêvajoya hilweşandina PKKê wekî çareseriyek pirsgirêka Kurd were pênasekirin. Kurd Rêxistinekî wekî PKKê ji bo hemû cesteyê neteweya Kurd bûyî êşa penceşêrê rizgarbûn bi serê xwe destkeftekî mêjûyî dibe. Armanca nûçeyên me ev e. Û em careke din dubare bikin, em ji çavkaniyên xwe bawer dikin. Gelek serokên PKKê çûne Îmraliyê. Yên din jî wê biçin. Herwiha, wekî Darka Mazî, em dest bilind dikin: Şandeyek hevbeş ji MIT û Dewletê li herêmek nêzîkî navçeyek Silêmaniyê bi rêberên PKKê re hevdîtin pêk anîn. Sabrî Ok, Besê Hozat, Mistafa Qarasu, û Behzat Çarçel (Nedim Seven) beşek ji şandeya ku PKKe temsîl dikir bûn. Vê şandeyê li ser hûrgiliyên daketina gerîlayan ji çiyayan nîqaş kir, qeydên kesên ku ji çiyayan dakevin û navnîşên cebilxaneyê radestî rayedarên dewletê kirin. Em ji vê agahiyê bi qasî ku em ji agahdariya ku Mazlum Ebdi çûye Îmraliyê piştrast in, ji vê agahiyê piştrast in.
Di encamê de, mixabin, di tiştê ku jê re “pêvajo” tê gotin de, şopa hesp û kûçikê tevlihev bûye. Dewlet û PKKe bi zanebûn agahîyan şîlû dikin, û di nava vê şîlûtîyê de, dema ku her kes li rastiyê digere, grupek piçûk bi çarenûsa gelekî dilîze.