Bûyerên li Rojava, beşa herî biçûk a Kurdistanê, ji 7 ê Çile heta 30 ê Çile, gelek pirs di hişê Kurdan de derxistin holê û gelek rastî eşkere kirin. Van 23 rojan tiştên ku 26 salan veşartî bûn aşkere kirin. Niha Kurd dipirsin: Evdila Ocalan kî ye û armanca wî çi ye? Gelo fikrên Evdila Ocalan rastîya Kurdan temsîl dikin?
Û Kurdan dîtin ku dema ku dor tê ser Kurd û Kurdistanê, divê kî pêşeng û kî rêber be.
Rojava di vî şerê 23 rojan de windahiyên giran dan. Bi peymana 30 ê Çile ya di navbera HSD û Şamê de hatî îmzekirin, rêveberiya Rojava %42 ê axa xwe winda kir. Hema hema hemî bîrên xwe yên petrolê winda kirin. Rejîma Sûriyê derbasî nava bajarên Kurdan. Tenê aliyê erênî yê peymanê ev e ku rê li ber gihîştina şer bo bajarên Kurdan ên wekî Qamişlo, Dêrik û Amûdê girt, bi vî rengî gel ji komkujiyekê rizgar kir. Yanî, li Rojava, mirin nîşanî Kurdan dan û ku wan bi nexweşîya sitmê razî bikin.
Rastî ev e ku pêvajoya Rojava ji komkujiyekê rizgar kir û ji bo rêveberiya Rojava wexet çêkir, yekbûna gelê Kurd bû, wan mil bi milê hev çemberê parastinê li dora Rojava ava kirin. Bi taybetî Başûrê Kurdistanê bû kevirê binyatî yê vê çemberê. Û bê guman, helwesta Serok Barzanî li dijî hewldanên dagirkirina Rojava hêza manewî-moralê bû li pişt Kurdan ku karîbin vê çemberê ava bikin. Ne tenê a manewî, Serok Barzanî bi hewldanên dîplomatîk, siyasî, aborî û alîkariyên giştî jî li pêşiya êrişên li ser Rojava astengiyek çêkir. Bi vê yekê, wî bi bandor hemî gotinên PKK ê yên dijî-Barzanîyan ji salên 1990 an vir ve bikar dianî di çavên gel de kir tenekê gilêşî de.
Û niha, Kurd bi xwe li ser mîsyona Evdila Ocalan û rêxistina wî pir bi gûman û şikin. Ocalan, ku bi salan wekî “girtiyekî di destê dewleta Tirk de” tê nasîn, û ji ber vê yekê ji hêla gel ve bi hestyarî tê piştgirî kirin, êdî Ocalan di çavên raya giştî a Kurdan xilas bû. Diyar bûye ku rola Ocalan ji ya Hesen Xayri jî xirabtir e, ku dema pêvajoya Lozanê de Kurd di bin rehma Tirkiyê de hişt. Fantazîyên îdeolojîk yên Ocalan di rastîya sîyasetê de weke pivdankekê peqya û destkeftên leşkerî jî ji nav birin.
Têkçûna mîsyona rêbertî-pûtperestîya Ocalan di nav gelê Kurd de, herî zêde dewleta Tirk tirsandiye. Ji ber ku ew bi rêya Ocalan Kurdan kontrol dike. Niha, ji bo parastina navûdengê Ocalan, Baxçelî ketîya nava hewildana û gefê li Kurdên ku Ocalan ne ecibînin dixwe. Dewleta Tirk, ku di meşên ji bo Rojava de li Bakurê Kurdistanê bi hovane mirovan îşkence dike, piştî ku peyman çêbûyî destûrê dide xwepêşandanan. Ango, li Tirkîyê gotina “Bijî Berxwedana Rojava” qedexe ye, lê gotina “Bijî Serok Apo” serbest e.
Heke her kesê ku bi baldarî li mijarê binêre dê bibîne ku… Li Rojava, Ocalan winda nekir; Ocalan bi Kurdan da windakirin. Û dewleta Tirk dê bi vî şêwazê xayîntî Ocalan li dijî hemî beşên Kurdistanê bi kar bîne. Êdî Ocalan wekî rêberkî Kurd dîtin xiyaneteke li hemberî Neteweya Kurd.
Û meseleya Rojava eşkere kir ku dema ku dor tê ser Kurd û Kurdistanê, Serok Barzanî, ji helwesta Kurdayetî tawîz neda, loma jî Serok Barzanî di dilê hemû Kurdan de yekane mîmarê Kurdistanek serbixwe ye.