Nameya Evdila Ocalan ji Dogû Perinçek re: Em Dikarin Serdemeke Nû li ser Xalên hevbeş Dest Pê Bikin

ocalan-Perînçek-net

Hat zanîn ku Ocalan, serokê PKKeya hilweşîyayî, nameyek taybet ji Dogû Perinçek re şandiye.

Her wiha hat zanîn ku Dogû Perinçek, serokê Partiya Watan, silav ji Evdila Ocalan re şandiye û Evdila Ocalan jî nameyek ji Dogû Perinçek re şandiye û ev name ji hêla du endamên Sekreterya Ocalan ve ji Perinçek re hatiye şandin.

Li gorî agahiyên ku ji derdora nêzîk a Perinçek hatine wergirtin, tê gotin ku Ocalan ji Dogû Perinçek re gotiye, “Te û hevalên te di naskirina pirsgirêka Kurd de kedekî girîng daya.” Her wiha tê ragihandin ku Ocalan ji Perinçek re hevkariyê pêşniyar kiriye û gotiye, “Em bi qasî te welatparêz in. Bi rastî, ji bilî cudahiyên ramanan ên ku heta niha derketine pêş, di navbera me de, ya ku em difikirin bêtir nirx û fikarên hevpar hene. Pêşeroja Tirkiyê, jiyana hevbeş a gelan û parastina îradeya xwe li dijî destwerdanên derve hemû erkên me ne.”

Ocalan ji bo Perinçek: Nêzîkatiya me ne cudaxwazî ​​ye

Ocalan nameya xwe bi “Ey Perînçek!” dest pê dike û bang li Dogû Perinçek dike û dibêje, “Şirovekirina nêzîkatiya me wekî cudaxwazî ​​xelet e. Daxwaza me ne dûrxistina gelan ji hev e; daxwaza me avakirina jiyaneke hevpar li ser bingeha wekhevî, azadî, rêzgirtina hevbeş û siyaseta demokratîk e. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne tenê ji bo Kurdan, lê di heman demê de ji bo pêşeroja demokratîk a hemû Tirkiyê jî girîng e.”

Ocalan: Nirx û fikarên me yên hevpar hene

Tê zanîn ku Ocalan nerazîbûna xwe ya li hember Perinçek di derbarê gotinên wî yên berê li ser PKKê de anî ziman û daxwaza destpêkirina pêvajoyeke nû û hevkariyê kir. Di nameya xwe de, Ocalan dibêje: “Berê, we der barê tevgera me de gotinên wekî ‘pêleyîzka Emerîkayê’ bi kar anîn. Ez dixwazim bi taybetî bibêjim ku ev nirxandin rastiyê nîşan nadin. Ez dixwazim hûn bizanin ku em yek ji wan tevgeran in ku bedela herî giran daye û di herêmê de ji aliyê polîtîkayên Emerîkayê ve herî zêde hatiye hedefgirtin. Em xwedî îradeya xwe ne, dîroka xwe ya têkoşînê ne û berpirsiyariya me ya li hember gelê xwe heye. Em jî wek we welatparêz Tirkîyêne.

Bi rastî, ji bilî cudahiyên fikrî ên ku heta îro derketine pêş, di navbera me de ji ya ku em difikirin bêtir nirxên hevpar û fikarên hevpar hene. Pêşeroja Tirkiyê, jiyana hevbeş a gelan, parastina îradeya xwe li dijî destwerdanên derve, dûrketina herêmê ji şer û pevçûnan, xurtkirina siyaseta demokratîk û bidestxistina aştiya civakî hemî mijarên ku divê em li ber çavan bigirin in.”

Ocalan: Ez pabendî axaftina xwe ya li Lubnanê me

Di nameya ku Ocalan pêşniyarek nû ji bo hevkariyê pêşkêşî Dogû Perinçek kir û got, “Divê em ji afirandina qadên xebata hevpar biafirînin”

“bi kurt û kurmancî em dikarin destpêkek nû bikin. Ger em bi rastî fikarên hevpar ên li ser komara demokratîk, îradeyek siyasî ya serbixwe û jiyana aştiyane ya gelan parve bikin, divê em li rêyên veguherandina van bo hevkariyek berbiçav bigerin. Niyeta me ne kûrkirina dabeşbûnê ye. Em dixwazin jîyana min ya mayî xwe ji bo xebat û pêşvebirina bi hev re li ser bingeha têgihîştina hevbeş, wekhevî û berpirsiyariya hevpar veqetînin.”

Ocalan di dawiya nameyê de her wiha diyar kir ku ew li pişt daxuyaniyên xwe yên berê yên ji Dogû Perinçek re radiweste û got, “Ji ber ku ez bawer dikim ku tiştê ku Tirkiye hewce dike ne ewqas berdewamkirina hesabpirsîna ji rabirdûyê ye, lê avakirina pêşerojek hevpar bi hev re ye ku gel dikarin bi wekhevî û azad bijîn. Em pabendî axaftina ku me dema ku hûn hatin Lubnanê kirî me”

Hevdîtin û Destkeftên Hevbeş ên di Navbera Ocalan û Perinçek de di Salên 1990 an de

Dogû Perinçek du caran bi Evdila Ocalan re hevdîtin kirîye, di Cotmeha 1989 an û Nîsana 1991 an de. Di van hevdîtinan de, Dogû Perinçek sernivîserê kovara ‘2000’e Dogru’ bû. Ev hevdîtin bi wêneyê Ocalan ku gulek pêşkêşî Dogû Perinçek dike tê bîrame.

Tê pêşbînîkirin ku ev hevdîtin ne tenê bi însiyatîfa Perinçek bûn, bi palpiştîya baskekî di nav dewletê de û li gorî polîtîkayên koma di nav Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de ku paşê wekî grûpa Ergenekonê hatin darizandin, hatin pêşxistin. Her wiha bi gelemperî tê qebûlkirin ku Perinçek û Yalçin Kuçik wekî navbeynkar di navbera Ocalan û vê grûpa (Ergenekon) di nav dewletê de tevgeriyan.

Van hevdîtinan hem ji bo Ocalan û hem jî ji bo Dogû Perinçek pir sûdmend bûn. Heta salên 1990î, Evdila Ocalan li Bakurê Kurdistanê ne wekî Mazlûm Dogan navdar bû, û ne jî wekî rêberekî yekgirtî dihat dîtin. Lêbelê, piştî sala 1988 an, dewleta Tirkiyê destûr da gelek rojnamevanan ku bi Ocalan re hevpeyvîn bikin. Ev pêvajo bû sedema ku Ocalan hem di civaka Tirkiyê û hem jî yên Kurdî de were naskirin, û ew di civaka Kurdî de bû kesayetiyek navûdeng.

Bi heman awayî, Dogû Perinçek jî bi van hevpeyvînan navûdeng bi dest xist. Di salên 1970 û 80 î de, Dogû Perinçek bi gelek tohmetên komên çepgir ên Tirkiyê re rû bi rû ma ku kovara Aydınlık weke dezgehekî MIT dixebitî, ku ev yek bû sedema dûrxistina wî ji derdorên çepgir. Balkêş e ku sê meh piştî hevdîtinên wî yên bi Ocalan re li Bekayê, di Qanûna Cezayê Tirkiyê de guhertin hatin kirin, ku qedexeya li ser wî ji siyasetê hate rakirin.

Di Tîrmeha 1991 an de, Perinçek wekî Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst hate hilbijartin û beşdarî kampanyaya hilbijartinê bû, li bajarên Kurdan ên wekî Cîzre, Batman, Amed û Silopi yê mîtîng li dar xist. PKKê alîgirên xwe dişand mîtîngên Perinçek, ku vê yekê navûbangê Perinçek zêde kir.

Çima Perinçek çû Beka yê?

Ocalan di nameya xwe ji bo Perinçek ev got “ez pabendî wan axifinên xwe me yên ku Lûbnanê min li gel te kirî” Di wê demê de di çapemeniyê de hat ragihandin ku Perinçek û Ocalan li ser siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li ser îhtîmala ku tevgera Barzanî li Başûrê Kurdistanê Kurdistanek serbixwe ava bike, axivîne.

Perinçek bi xwe wê demê di derbarê serdana xwe ya Beka yê de wiha gotibû: “Armanca me ya hevdîtinê ne tenê agahdarkirina raya giştî bû, lê di heman demê de tengkirina bingehên destwerdana Emerîkayê di meseleya Kurd de di ber Şerê Kendavê de bû. Me di bin şert û mercên ku Emerîkayê dixwest komên etnîkî û olî li herêma me li dijî hev rake de em axivîn” Erka serek ya pêwendîyên di navbera Ocalan û Perînçek de pêşîgirtina dewleta Kurdî ye.