Hevkêşeya Kurd a Tirkiyeyê: Operasyona li dijî HEVBENDÎ, vîllayek bi hewzek avjeniyê ji bo Ocalan…

Hevkêşeya Kurd a Tirkiyeyê: Operasyona li dijî HEVBENDÎ, vîllayek bi hewzek avjeniyê ji bo Ocalan…

Di 17ê Mijdarê de, li Bakurê Kurdistanê operasyonek li dijî siyasetmedaran hate kirin, û 13 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. Parêzeran diyar kirin ku ew li bendê ne ku ev hejmar zêde bibe.

Yên ku hatine binçavkirin endamên Tevgera HEVBENDÎ ne, ku di 9ê Mijdarê de damezrandina xwe ragihand.

Girtina wan, piştî kêmtir ji mehekê ji ragihandina HEVBENDÎ, ne karekî sade ye. Hemû kesên ku hatine girtin nav û navnîşan wan diyare, û bi gelemperî dikarin bi xwe biçin qereqola polîsan ger werin gazîkirin. Lêbelê, dewlet van kesan di serdegirtinên nîvê şevê de ji malên wan digire, mîna ku ew endamên rêxistineke terorîst a çekdar bin. Û li ser vê yekê, doz nayê veşartin. Û kes bi rastî nizane çima ew hatine girtin…

Ji ber vê yekê ev deng û bas çi ye? Ji ber ku, di rastiyê de, Operasyona HEVBENDÎ peyamekê ji bo Kurdan dişîne. Ev peyam ji bo pêkhateyên siyasî yên Kurd ên li derveyî çareseriya entegrasyonîst a ku ji hêla sêgoşeya Bahçelî-Ocalan-Erdogan ve hatî destnîşan kirin, tê rê kirin. Tiştê ku bi zelalî û bê guman tê gotin ev e: ji bilî yên entegrasyonîst cîh ji bo siyaseta Kurd tune ye…

Rexneyên li ser HEVBENDÎ û Mîsyona Wê

Bi eşkereyî, ji bilî rexneyên me yên li ser bernameya siyasî ya HEVBENDÎ, rexneyên me yên li ser helwesta hin derdor û kesan di nav wê de jî hene. Ka hemû derdor di nav tevgerê de dê çiqas li ser mîsyon, hêz û ruhê şer ê tevgerê hevgirtî bin, ev mijarek din e. Lê em van ji bo niha li aliyekî dihêlin. Ji ber ku tevî hemî rexneyan, HEVBENDÎ di daxuyaniya xwe ya damezrandinê de pênaseyên pir rast û zelal kirine. Ew tevgerek piçûk e, lê bi armancên mezin û girîng derketiye holê. Û bi eşkereyî, HEVBENDÎ asinek avêtiye nav makîneya entegrasyonîst a Kurd a li Îmraliyê hatî damezrandin.

HEVBENDÎyê ev yek bi rêya daxuyaniyên di danezana damezrandina xwe de kir. Danezanê sê xalên sereke destnîşan kir:

1- Bikaranîna mafê çarenûsî yê Kurdan

2- Rexnekirina nêzîkatiyên entegrasyonîst

3- Bikaranîna têgînên “Neteweya Kurd” û “Azadiya Kurdistanê” di wêjeyê de

Van hersê xalan sînorên “entegrasyonê” yên ku li Îmraliyê li ser Kurdan hatine ferzkirin, red kirin.

Ev e ya ku li pişt hedefgirtina HEVBENDÎ ye.

“Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror” û îmtiyazên PKKê…

Bi rastî, operasyona li ser HEVBENDÎ di eşkerekirina rastiya pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” a ku li Îmraliyê tê meşandin de pir girîng e. Ji ber ku ew nîşan dide ku mesele, wekî ku me her gav gotiye, ne çareserkirina pirsa Kurd e, lê “misogerkirina entegrekirina PKKê di nav dewletê de ye.” Û bi rastî, em dikarin niha pir bi hêsanî bibêjin ku bi vê pêvajoyê re, “PKK bûye Kurdekî girêdayî dewletê, lê Kurdên din terorîst in.”

Bo nimûne, Duran Kalkan, Besê Hozat, Cemîl Bayik û Sabrî Ok, ku dewleta Tirk bi salan e wan wekî terorîst pênase dike, bi balafirê çûne Îmraliyê. Abdullah Öcalan çûye vîllayek bi hewzek avjeniyê, sekreteriya wî hatiye berfirehkirin û li gorî îdiayan, 8 endamên PKKê tevlî wî bûne û sekreteriya wî hîn zêdetir bûye.

Roja jidayikbûna Öcalan li gelek deverên Bakurê Kurdistanê mîna festîvalekê hatiye pîrozkirin. Veysi Aktaş, ku li Îmraliyê bi Öcalan re bû û niha endamê Sekreteriya Îmraliyê ye, pasaportek wergirtiye û li Ewropayê welat bi welat digere û civînên giştî li dar dixe.

Ev encam ne hêsan e. Di du salên dawî de, kadroyên PKKê li Bakurê Kurdistanê gelek îmtiyaz bi dest xistine.

Bi kurtasî, pêvajoya entegrasyonê ya ku ji hêla Öcalan ve hatiye destpêkirin ji bo Kurdan ti destkeftiyek bi xwe re neaniye. Lêbelê, PKKê gelek tawîz bi dest xistiye. Ew van tawîzan bikar tîne da ku Kurdan li dora têgeha entegrasyonê bike yek.

Hevkêşe pir hêsan e: Öcalan vîlayek bi hewzek avjeniyê distîne, lê Kurdên ku ne alîgirê entegrasyonê ne, di girtîgehê de dimînin…

Ev ne hevkêşeyek e ku tenê ji hêla dewletê ve hatiye afirandin. Bê guman ne tesaduf e ku Ocalan, ku bi salan digot, “Werin em Barzanî kontrol bikin, ez ê Talabanî bidim te, Îsraîl dixwaze li Başûr dewletek Kurdî ava bike, werin em bi hev re pêşî lê bigirin, ez taşeron im, min bikar bînin,” helbet ji ber van axaftin û karan Ocalan gelek îmtiyaz wergirtin. Loma Ocalan yek ji lîstikvanên sereke yên vê hevkêşeyê ye.

Û ji niha û pê ve, Öcalan dê bi dewletê re, bi herdu destên xwe û bi dilûcan şer bike da ku hemî Kurdan bîne ser rêyek entegrasyonê.