Mehmet Şener di 1ê Mijdara 1991an de li Qamîşlo, Rojava, ji aliyê komeke girêdayî PKKê û îstîxbarata Sûriyeyê ve hate kuştin. Piştî 35 salan, encamên siyasî û leşkerî yên kuştina Şener û bandora wê li ser dîroka dawî ya Kurdistanê bi piranî nayên famkirin.
PKK kuştina Şener wekî “jiholêrakirina xayîn û rizgarkirina şoreşê” nîşan da. Bi taybetî, di salên 1990î de li Bakurê Kurdistanê nêçîra şopînerên Şener hate destpêkirin. Navê Şener bi paqijkirin û heta bi sîxuriyê re bû hevwate.
Derdorên li derveyî PKKê kuştina Şener bêtir wekî “kuştina bêrehm a reqîban” şîrove kirin û li ser vê argumanê rexne li PKKê kirin. Lêbelê, kuştina Mehmet Şener bûyerek girîng bû ku rêça dîroka 35-salî ya Bakurê Kurdistanê guherand û çarenûsa wê diyar kir. Ger Mehmet Şener bikariba Abdullah Öcalan di Kongreya 4emîn a PKKê de rawestanda û avahiya di nav PKKê de biguheranda, çarenûsa Bakurê Kurdistanê dê pir cûda bûya. Ji ber ku rexneyên Mehmet Şener ên li ser Öcalan ne tenê reqabeteke rêbertiyê bi Öcalan re bûn. Şener rexne li tevahiya pergalên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û kadroyê yên PKKê kir û guhertineke bingehîn û demokratîk xeyal kir.
Eger destpêşxeriya Şener a li dijî Abdullah Öcalan serkeftî bûya, îro Öcalan nedikarîbûya rabe û piştî 41 salan şer, 50,000 qurbanî û wêrankirina gundê Kurdan bibêje ku “Dewleta neteweyî ya cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî, ku encamên neçar ên meyldariya neteweperest a tund in, nikarin bersiva sosyolojiya dîrokî ya civakê bidin.”
Mehmet Şener wekî yek ji ciwanên herî navdar ên Kurdistanê yên salên 1970-an derket holê. Ew kesekî jêhatî, ajîtator, rêxistinvan û karîzmatîk bû. Wî beşdarî berxwedana Dîyarbekirê ya salên 1980-an bû, û navûdengê xwe hîn zêdetir kir. Di sala 1989-an de serbest hate berdan û tevlî Akademiya Mahsum Korkmaz bû. Dema ku ew ji girtîgehê derket, PKK li her derê û li her deverê di rewşeke bêçaretiyê de bû. Li gelek cihan, bi taybetî li Botanê, gel û gerîla li hev ketibûn, sivîl ji aliyê PKKê ve hatibûn kuştin û xelkê Botanê bûbûn cerdevan. Şer sekinîbû.
Rejîma Sedam di nav aloziyeke mezin de bû û dengê Şerê Kendavê dihat bihîstin. Ji bo Kurdan şert û mercên girîng hebûn. Bi rastî, Şener ne tenê ji bo PKKê, lê ji bo tevahiya Kurdan di xaleke girîng de ket qada siyasî. Û nirxandin, rexneyên wî yên li ser PKKê û bernameya wî ya siyasî di wê demê de dikarîbûn ji bo Kurdan bibin sedema destkeftiyên girîng.
Mehmet Şener şert û mercên siyasî baş fêm dikir. Ew pir eşkere bû ku “sosyalîzma rastîn hilweşiyaye û Kurd hewce ne ku têkoşînek cûda bidin.” Şener bi eşkereyî diyar kir ku xeta gerîla, şer û pevçûnê ya klasîk a PKKê mehkûmî têkçûnê ye, vê yekê hem bi aliyên pratîkî û hem jî bi aliyên teorîk rave kir. Li gorî Şener, şer dê ti destkeftiyan nede; berevajî vê, Kurd dê windahiyên mezin bibînin. Ji ber vê yekê, Şener têkoşînek siyasî pêwîst didît, têkoşînek ku çalakiya leşkerî jî di nav xwe de bigire lê di heman demê de rêxistinkirina piralî ya gel jî di nav xwe de bigire. Dema ku em îro li daxuyaniyên Mehmet Şener dinêrin, em dikarin bibêjin ku wî xeta têkoşînê ya pir rewa û maqûl pejirand bû.
Ji ber vê yekê çima Öcalan tiştê ku Mehmet Şener dît nedît? Dibe ku ev yek ji pirsên herî girîng be ku Kurd divê îro ji Öcalan bipirsin. Ma pêşbîniya siyasî ya Öcalan têrê nedikir, an jî ev tam karê wî bû?
Gelo da her tişt li Kurdistanê cuda bit ger xeta Şener bi ser ketiba?
Abdullah Öcalan got ku Şener “li dijî têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê ye” û ji ber vê yekê pêdivî bi tasfiyekirinê hebû. Balkêş e ku 34 sal piştî kuştina Şener, Öcalan derket û tiştê ku Şener li ser têkoşîna gerîla gotibû got. Ango, wî got, “şerê gerîla bi ser neketiye, têkoşîna siyasî hewce ye.” Bi gotineke din, ger xeta Şener bi ser ketiba, 50,000 kes nedimirin.
Piştî wêrankirina mezin a ku ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê çêbû, nifşên ku bêsebeb hatin qurbanî kirin, 50,000 kesên ku jiyana xwe ji dest dan (em hejmara ku Murat Karayilan behs kiriye dibêjin, hejmara rastîn ji vê zêdetir e), Öcalan derket û got ku xeta wî xelet e. Dema ku em dibêjin Mehmet Şener dikaribû dîrokê biguherîne, mebesta me ev e.
Bi rastî, di salvegera 34-an a şehadeta wî de, eşkere ye ku xeta Mehmet Şener çiqas rast bû.
Herwiha girîng e ku xalek din jî were destnîşankirin: Şener hişyariyên girîng dabû Öcalan li ser qurbanîkirina pirsgirêka Kurd ji bo hêzên kolonyalîst û rêxistinên îstîxbaratê. Bo nimûne, di sala 1991an de, wî helwesta endamên PKKê li Başûrê Kurdistanê dema ku xelk li dijî rejîma Sedam rabûbûn ser piyan ewqas bi zelalî rave kir ku wî got: “Dema ku girseyên Başûrê Kurdistanê radibûn ser piyan, bajar yek bi yek azad dikirin, PKKê di bin navê domandina têkiliyên taktîkî bi rêveberiya Sedam re, têkiliyên eşkere bi servîsa veşartî ya Iraqê re di domandin. Di dema ku serhildan dest pê kirin de, li Kurdistana Iraqê nêzîkî 2000 gerîlayên çekdar hebûn, û ji bilî me li herêmê tu hêzên çekdar ên din tunebûn. Tevî vê yekê, bi talîmatên wekî “ev serhildan dê werin tepeserkirin, em têkiliyên xwe bi rêveberiyê re xera nekin, em destwerdanê nekin di rewşê de,” girseyên Başûrê Kurdistanê bê rêber û bêparastin man.” Şener dû re wiha domand, “Çawa Apo di destpêka ’91-an de derfetên rizgariyê yên li Başûr ji dest da û firot, ji bo hemû gelê me, her wiha ji bo şoreşger, welatparêz û hemû kadro û şervanên partiyê mijarek meraqê ye, û ev mijarek e ku nayê famkirin û ji ber vê yekê dibe sedema nerehetiyê.”
Balkêş e ku Şener û tevgera wî di wê demê de ji hevpeyvînên Öcalan bi rojnamevanan re haydar bûn. Wan dîtibû ku Öcalan di dema hevpeyvînan de hemû endamên PKKê derxistiye derve û gotibû, “Mehmet Alî Birant di çenteyê xwe de çi anî ba Öcalan, û wî çi jê wergirt?” Bi gotineke din, ew ji danûstandinên tarî yên Öcalan bi dewleta Tirk, dewleta Sûriyeyê û hwd dizanibûn. Wan dixwest ku PKKê ji pozîsyona wê ya dij-şoreşgerî derxînin.
Lê ev yek pêk nehat. Ji ber ku kesî nexwest kesek din şûna Öcalan bigire. Dewleta Tirkî nexwest, ji ber ku wan mîsyonek ji Öcalan re dabûn. Sûriyeyê nexwest, ji ber ku wan mîsyonek ji Öcalan re dabûn. Ji ber vê yekê Şener di operasyoneke hevbeş a di navbera PKK û îstîxbarata Sûriyeyê (Muhaberat) de hat kuştin. Bi gotineke din, Öcalan bi tena serê xwe nebû serok; hêzên kolonyal dixwestin ku ew bibe rêber û serokê yekane yê PKKê.
Mehmet Şener di Kongreya 4-an de daxwaza lêpirsînek li ser hemû pêkanînên PKKê yên li Rojhilata Navîn kiribû. Bi rastî, hemû kesên ku beşdarî kongreyê bûn, tevî Cemîl Bayik (tenê birayê Öcalan, Osman Öcalan ne amade bû), piştgirî dan vê pêşniyarê. Ev pêşniyar dê bibûya sedema lêpirsîna Öcalan. Lê mixabin, îradeya Şener û hevalên wî nekarîn kontrola hevbeş a Öcalan û hêzên kolonyal bişkînin. Dijminê wan pir mezin bû û ti hevalbendên wan tunebûn. Şener di operasyoneke hevbeş a Öcalan û hêzên kolonyal de hate kuştin. Û eger dîrok bi vî rengî neguheriyaba, eger kongre di xistina Öcalan di bin lêpirsînê de bi ser ketiba, Kurd dê di warê yekîtiya neteweyî, siyaseta demokratîk û hwd.. de li Kurdistanê di rewşek pir çêtir de bûna.
Rêbertiya niha ya Ocalan li ser xwîna kurên Kurd ên navdar ên mîna Şener hatiye avakirin. Wî bi xwe li Îmraliyê ji Hasan Atilla Uğur re got, “Min ji îstîxbarata Sûriyeyê re got, ew dixwazin min bi kesekî din biguherînin, hûn nekarin kontrol bikin, min Şener kuşt.” Wekî din, heke ew îro dikare bi vî rengî bêşermî teslîmbûna xwe îlan bike, ew ji ber vê yekê ye ku wî kurên welatparêz ên rastîn ên vî gelî yên mîna Şener ji holê rakirine.
Şener helbestvan, nivîskar, siyasetmedar û mirovekî têkoşer bû. Ew rêberekî karîzmatîk û bi bandor bû. Ew hêjayî bêtir nivîsandin û axaftinê ye. Û mixabin, êşa nenasîna nirxa Mehmet Şener dê hîn zêdetir bibe.
Di 35emîn salvegera şehadeta wî de, em bejna xwe li ber bîranîna wî bi rêzdarî ditewînin.