Di 22 ê Cotmeha 1997 an de, 16 kes, di nav wan de zarok jî hebûn, di êrîşeke gerîlayên PKK ê de li ser gundê Dezu yê navçeya Mergesur a Hewlêrê şehîd bûn. Komkujiya gundê Dezu ji serdegirtina gund û kuştina sivîlan bêtir e; ew bûyerek dîrokî ye ku pêdivî bi lêkolînê heye, paşxaneya tarî û armancên hebûna PKK ê li Başûrê Kurdistanê di salên 1990 î de eşkere dike.
Hûrguliyên Komkujiyê
Komkujiya ku di sala 1997 an de li gundê Dezu yê bajarokê Şêrwan Mezin ê navçeya Mergesurê pêk hat, wekî yek ji tawanên herî hovane yên PKK ê di dîrokê de cih girt. çekdarên PKK ê yên ku serdegirtina gund kirin, 16 kes ji du malbatan şehîd kirin.
Ciwan û pîr, jin û zarok bi hevre qetilkirin. Yek ji jinan ducanî bû. Şeş ji zarokên ku hatin kuştin xwişk û bira bûn, temenê wan ji 1 heta 12 salî bû. Hêzên PKK ê zarokên din ava landikê de bi bombeyan kuştin. Piştî komkujiyê, cenaze şewitandin.
Malbatên ku qurbaniyên komkujiyê bûn, welatparêzên ku ji operasyona Enfala Barzan a Saddam rizgar bûbûn bûn. Ev komkujî ne bi însiyatîfa hêzek leşkerî ya piçûk li herêmê hat kirin. Li pişt komkujiyê stratejiyek li Şamê hatibû amadekirin û kesayetên payebilind ên PKK ê hebûn.
Fermana Komkujyê kî dabû?
Fermana komkujiyê ji aliyê kesên ku hîn jî di asta herî bilind a rêveberiya PKK ê de ne ve hatiye dayîn. Cemîl Bayik di dema komkujiyê de fermandarê baregeha sereke ya ARGK ê, hêza çekdar a PK Kê bû. Ev baregeh di serî de berpirsiyarê pêkanîna stratejiya ku bû sedema kuştina gundiyan bû.
Kesekî din ê berpirsiyar Duran Kalkan e. Kalkan fermandarê sereke yê Eyaleta Zagrosê bû, ku komkujî pêk anî. Yê ev fermane cîbicî kirin amir fewc Amed Malazgirt bû. Amed Malazgirt, ku li ser navê PKK ê gelek daxuyanî daye çapemeniyê, rasterast berpirsiyarê komkujîyê bû, û bi fermana wî, çekdarên PKK ê gundan dorpêçkirin û komkujî kirin.
Sedemên li pişt êrîşa duyemîn a 15 ê Tebaxê ya PKK ê û Başûrê Kurdistanê kirina navenda qada şer
Komkujiya Gundê Dezu wekî yek ji mînakên herî eşkere yên nêzîkatiya PKK ê ya li hember gelê Başûrê Kurdistanê û armancên wê yên siyasî di salên 1990 î de di dîrokê de cih girt. Ragihandina herêmeke qedexeya firînê li ser Başûrê Kurdistanê di sala 1991 an de di rojeva eniya dijî-kurd a li Rojhilata Navîn de, eniyek ku Kurd û Kurdistanê paşguh dikir, şikestinek mezin çêkir. Ev eniya dijî-kurd bi karanîna Kurdan bi xwe hewl da ku vê şikestinê bigire.
PKK li Başûrê Kurdistanê wekî yek ji van hêzan derket holê. Bi awayekî koordîne şer ji Bakur anî Başûrê Kurdistanê, PKK berfireh bû û ber bi herêmên Heftanîn-Behdînan-Barzan-Xaxurkê ve çû. PKK li Başûrê Kurdistanê projeyek piralî pêk anî. Ji aliyekî ve, gund û wargehên sivîl veguherand qadên şer, nifûs neçar kir ku koç bike; ji aliyê din ve, nifûsa koçber û xizan ji bo armancên propagandayê bi kar anî. Wekî din, ji bo veşartina têkçûnên xwe yên piralî piştî tepeserkirina serhildanên gelêrî yên 1992 an û operasyonên leşkerî yên 1993-94 an, hewl da ku şerê li Başûr wekî serkeftinek nîşan bide. Ji bo vê armancê, di sala 1995 an de, bi navê “Duyemîn pêngava 15 ê Tebaxê” rêze êrîş li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.
Tola Hilweşîna komara Zapê ji gundiyên Dezu yên xizan hat girtin
Gundê Dezu di çarçoveya projeya PKK ê ya ji bo hilweşandina Başûr de rastî komkujiyekê hat.
Di havîna sala 1997 an de, Hêzên Çekdar ên Tirkiyê bi operasyonên xwe hemû çeperên PKK ê yên li ser sînor girtin. Heta ketin navendên propagandayê yên PKK ê, ku wan bi navê Komara Zapê ava kiribûn. Di êrîşeke li ser kampeke PKK ê ya li Avaşînê de, gelek gerîlayên PKK ê jiyana xwe ji dest dan. çekdarên PKK ê diyar kirin ku wan êrîşî gund kirine “ji bo tolhildana hevalên xwe”. yanî, tola komkujiya ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye kirin ji gundiyên Kurd û welatparêz û bêguneh ên Dezu hat girtin.
Li pişt êrîşa PKK ê ya li ser Başûr çi heye?
Yek ji armancên sereke yên PKK ê piştî sala 1990 an ew bû ku pêşî li statuya Başûrê Kurdistanê bigire. Gelek caran, di bersiva bangên ji Başûr ji bo rawestandina şer de, PKK ê agirbest şikand û bi êrîşên ji nişka ve şer ji nû ve dest pê kir. Datayên girîng hene ku nîşan didin hebûna PKK ê li Başûrê Kurdistanê ne tenê ji aliyê partiya wê ve, lê di heman demê de ji aliyê dezgehên îstîxbaratê yên ku ew pê ve girêdayî bû jî hatiye plankirin.
Polîtîkayên PKK ê yên piştî salên 1990 î ji aliyê dewletên Îran, Sûriye û Tirkiyê ve hatine çêkirin. Di salên 1990 î de, Îran û Sûriyê bi cebilxaneyê piştgirî dan êrîşên PKK ê yên li Başûr û ji pişt ve piştgirî dan wan. Helwesta dewleta Tirkiyê pir cuda bû. PKK ê rê li ber dewleta Tirkiyê vekir da ku êrîşî kûrahiya Başûrê Kurdistanê bike. Bi van pevçûnan, ku dişibin şerekî hevkirî, hemû çiyayên girîng ên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê ketin bin kontrola Tirkiyê.
Ocalan ji Nêçîrvan Barzanî re çi got?
Êrîşa duyemîn a PKK ê ya li dijî Başûr, ku di 26 ê Tebaxa 1995 an de, di bin fermandariya Elî Heyder Qaytan de dest pê kir, ji aliyê berxwedana Pêşmergeyan ve hate têkbirin. Hewldana PKK ê ya dorpêçkirina Amediyê bi ser neket, û ew neçar man ku di Mijdara 1995 an de paşve vekişin. Di 13 ê Kanûnê de agirbest hate îmzekirin. Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Şamê bi Ocalan re civiya da ku li ser agirbestê nîqaş bike.
Li gorî çîrokeke ku gelek şahidên wêhene, dema ku Nêçîrvan Barzanî ji Ocalan re got, “Tu dizanî ku em ê neyên têkbirin, te çima êrîşî me kir?”, Ocalan wêneyekî Esed ê li pişt xwe nîşan da, “Ew guh didin me, ez nikarim biaxivim.”
Behskirina veşartî ya Ocalan ji bo Esed, tevahiya berfirehiya êrîşên PKK ê eşkere nake. Lêbelê, ev ji bo têgihîştina mîsyona PKK ê li hember serhildana bilindbûyî ya Kurdan di salên 1990 î de pir girîng e.
Helwesta dijminane ya PKK ê li hember dewletbûn û bidestxistina statuya Kurdan, piştî 50 sal şer û 50,000 qurbaniyan, ji nû ve lêkolînkirina hemû dîroka berê pêwîst dike. Qetlîama Gundê Dezu di vê projeya ji nû ve şîrovekirina dîrokê de perçeyek sereke ye.