Armanca PKKê çi ye ku windahiyên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê radigihîne?

Armanca PKKê çi ye ku windahiyên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê radigihîne?

Her çend PKK, an jî bi awayê ku Rêveberiya Tevgera Apoyî xwe pênase dike, xwe hilweşandibe jî, ew dest ji lîstina bi hevsengiya hêzê ya li herêmê bernade. Qadeke din ku ew dixwaze li ser serê wê qîj bike (yan jî hewl dide tesîrê bike) Rojhilatê Kurdistanê û Îran e. PKK, bi navê PJAKê, dixwaze tevlî pêvajoya têkildarî Îranê bibe û li wir hebûneke siyasî ava bike. Yanî, ew dixwaze projeya entegrasyonê ya Ocalan, ku ji bo sala 2025an hatiye amadekirin, li Rojhilatê Kurdistanê belav bike. Ji bo vê yekê gaveke piralî daye destpêkirin; daxuyaniya PKKê ya derbarê qeydên 24 gerîlayên ku di deh salên dawî de di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û organîzekirina merasîmên taybet, beşek ji vê stratejiyê ne.

Çima windahiyên ku 19 sal in nehatine eşkerekirin niha diçin ber rojevê?

Di 5ê Mijdarê de, HPGê sicîlên 9 ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin. Piştre, di 9ê Mijdarê de jî navên 15 ciwanan, ku hemî ji bajarê Makûyê ne, hatin ragihandin. Dema ku mirov li dem û dabeşkirina van daxuyaniyan dinêre, mirov dikare bibîne ku şêweyekî nazik ê endezyariya civakî heye.

Di nav sicîlên hatine weşandin de kesên ku di sala 2011an de jiyana xwe ji dest dane jî hene. Mînak, Reşît Ezned (Çavreş Gabar), ku navê wî hatiye eşkerekirin, di sala 2011an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest daye; ev tam 15 sal berê ye. Çima navê wî heta niha nehatiye eşkerekirin? PKK bi gelemperî derengketina eşkerekirina navan bi “şert û mercên şer” ve girêdide. Lêbelê, ji bo Reşît ti hincetek wisa nîne, ji ber ku Heftanîn li Başûr e û bi hêsanî tê gihîştin. Wekî din, ji sala 2011an heta 2015an di navbera PKKê û dewleta Tirk de pêvajoya çareseriyê û agirbest hebû, lê dîsa hamû ev agahî nehatibûn ragihandin.

Bi heman awayî, eşkerekirina navê Êrîş Welat (Mihemmed Mihemedzade), ku di sala 2007an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest daye, gelekî balkêş e. Ew li Qendîlê û nêzî navenda PKKê bû, lê piştî 19 salan tê ragihandin. Bi rastî, hinek çavkaniyên nêzîkî PKKê diyar dikin ku Mihemedzade bi îdiaya sîxuriyê di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye, lê ji ber ku ev agahî bi temamî nayê piştrastkirin, em naxwazin tiştekî teqez li ser bibêjin.

Bazirganê îflasbûyî û defterên kevn ên sicîlan ên PKKê

Çi qewimî ku piştî 19 salan bîra PKKê ji van kesan re hat û navên wan ragihandin? Sedema rastîn ev e: Ji ber ku PKK niha hewceyî dibîne ku li Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha xwîn, qurbanî û şehîdan propagandayê bike.

Gotineke mezinan heye ku dibêje: “Bazirganê îflasbûyî defterên kevn tevlîhev dike.” PKK jî, mîna vî bazirganî, dema ku tengav dibe di sicîlên kevn de digere; kesekî ku sal berê jiyana xwe ji dest daye lê bi fermî nehatiye ragihandin dibîne û dûv re wan ji bo manîpulasyona hestyarî ya gel bikar tîne.

Wan li Bakurê Kurdistanê hamû ev tişt kiribûn. Dema ku gel bertek nîşanî banga Ocalan a ji bo entegrasyonê û tasfiyekirina bêdeng a Rojava da, wan ji nişka ve bi dehan kesên ku bi salan bi fermî nehatibûn ragihandin, eşkere kirin. Wan li bajaran merasîm û bîranîn organîze kirin. Yanî, wan dîsa hewl da ku bi riya laşên ciwanan bingeha xwe ji aliyê siyasî ve li hev bidin civandin.

Gelo PKK dixwaze bi vî rengî henasekê bide PJAKê?

Di van demên dawî de, ji aliyê partî, siyasetmedar û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê û her wiha ji aliyê raya giştî ya kurd ve gelek rexne li PKK û PJAKê hatine girtin. Rast e, PKKê bûyerên Rojava û bi taybetî berxwedana Kobaniyê bi propagandeyekî serketî li Rojhilatê Kurdistanê bikar anîbû û piştgiriyek bi dest xistibû. Bi rêya KNKê, peyamên “yekîtiya kurdan” gihandibûn derdorên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Ewropayê jî û bi vî rengî wêneyekî erênî dabûn nîşan dan. Lêbelê, pêvajoya entegrasyonê ya ku bi sala 2025an re dest pê kir, û piştre polîtîkayên PKKê yên ku bûn sedema hilweşandina qada Rojava, îmaja wê hejand.

Bi taybetî, geşedanên li ser Îranê û helwesta PJAKê, rastiya têkiliya PKK û PJAKê ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re zelaltir kir. Daxuyaniyên serokên PJAKê Emîr Kerîmî û Rewar Awdanan, ku partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê hedef girtin, û vegotina entegrasyonê ya Ocalan ji bo Rojhilatê Kurdistanê, bûn sedema bertekên mezin li dijî PJAKê.

Ji ber vê yekê, PKKê kampanyayeke medyayî da destpêkirin da ku vê îmaja xwe ya xirabkirî sererast bike. Niha ew tiştê ku bi salan li Bakur kiribûn, li Rojhilat dubare dikin: Ew hewl didin ku bi gotina “Em şehîdan didin, lewma kes nikare me rexne bike; her kesê ku me rexne bike dê bêrêziyê li şehîdan bike” zextê li her kesî bikin. Bê guman, ew dixwazin merasîmên cenazeyên van ciwanan bikar bînin da ku xwe wekî bêguneh û qurbanî nîşanî raya giştî ya kurd bidin.

Gelo ev îlankirina şehîdan ne endezyariya civakî ye?

Dema ku mirov li sicîlên ciwanên ku navên wan hatine ragihandin dinêre, eşkere ye ku her tişt bi awayekî planpêkirî ji bo armancên propagandayê hatiye organîzekirin. Wan bi awayekî sîstematîk herêm û bajaran bi nav kirine.

Mînak, navên wan 24 ciwanan ne bi carekê de, lê wekî du grûpan hatine belavkirin:

Hema hema hemî 9 navên pêşîn ên ku hatine ragihandin ji bajarên ku kurdên bi zaravayê Soranî diaxivin in, û bi piranî ciwanên ji bajarê Sine ne.

Ragihandina grûpa duyem jî hemî ji Makûyê ne. Makû di rastiyê de berdewamiya herêma Serhat a Bakurê Kurdistanê ye û ew bi Kurmancî diaxivin. Ev yek ji wan cihan e ku PKKê herî zêde tevlîbûn jê wergirtibû.

Yanî, armanca PKKê ew e ku bi rêya van navberan, navan bidine ragihandin û wan wekî amûrekî propagandayê bikar bîne. Armanc ne agahdarkirina malbatan e; armanc ew e ku li ser laşên ciwanan showa siyasî were kirin û hestên gel were manîpulekirin.

Wekî me li jor jî got; çawa ku bazirganê îflasbûyî defterên kevn tevlîhev dike, PKK jî vîdeoyên kevn, daxuyaniyên Ocalan û arşîvên xwe yên kevn tîne rojevê û belav dike da ku xwe bi vî rengî “bêguneh” nîşan bide û bi hestên gel bilîze.