Şerê li Rojava rawestiyaye, lê medyaya PKK ê dîsa dest bi êrîşa li ser Barzanîyan kir

Şerê li Rojava rawestiyaye, lê medyaya PKK ê dîsa dest bi êrîşa li ser Barzanîyan kir

Demhat Tolhildan, yê ku weke rojnamevanê PKK ê tê nasîn, beşdarî weşana qenala Youtube ya Kemal Okutan yê layengirê PKK ê bû. Di tevahiya bernameyê de, Tolhildan rola Kurdan û Başûrê Kurdistanê di parastina Rojava de di vê heyamê de înkar kir û kesên ku rexne li PKK ê dikirin hedef girt.

Şerê li Rojavayê Kurdistanê, ku di 5 ê Çile de li Helebê dest pê kirin, heta 30 ê Çile berdewam kirin. 25 rojan, Kurdên li Rojava bi metirsîyek mezin a hebûnî re rû bi rû man. Gelê her çar perçeyên Kurdistanê destên xwe dan hev da ku Rojava ji komkujîyê rizgar bikin. Bi taybetî Serok Barzanî piştgiriyek dîplomatîk, siyasî û aborî ya girîng da Rojava. Kurd, tevî yên li Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, li dora Rojava bûn yek. Bêyî vê piştgiriyê, hêzên Şamê plan kirin ku Rojava dagir bikin, planek ku ji Tirkiye, welatên Ereb û welatên Rojava ve jî di hat pişgirîkirin. Ev metirsî bi têkoşîna hevbeş a Kurdan hate derbaskirin.

Medya û sazîyên siyasî yên PKK ê di tevahiya pevçûna 25 rojan de bi piranî bêdeng man. Ji ber hewldanên Serok Barzanî ji bo Rojava, wan talîmat dabûn medyaya xwe ku “ji bo vê demê Barzanîyan ne girin rojeva xwe” Piştî peymana di navbera HSD û Şamê de di 30 ê Çile de, PKK ê ev talîmata hemberî Barzanîyan dayî şûnve kişand û medyaya PKK ê careke din rêbaza Barzanî ji xwe re kir armanç.

Di bernameyeke wiha de Demhat Tolhildan, ku bi têkilîyên xwe ya bi PKK ê re tê nasîn, di bernameyeke ku Kemal Okutan pêşkêş dikir beşdar bû. Demhat Tolhildan derbarê Rojava û pêvajoya heyî de daxuyaniyên balkêş da.

Demhat Tolhildan gerîlayekî berê yê PKK ê ye. Paşê li Komîteya Çapemenî û Weşanê ya bi serokatiya Mistafa Qarasu li çiyayan perwerdehiya rojnamegeriyê wergirt û ji bo çapemeniya PKK ê hat erkdarkirin. Ew bi têkiliya xwe ya nêzîk bi Mistafa Qarasu re di nav PKK ê de jî tê nasîn. Ji ber vê yekê, Tolhildan ne mirovekî asayî ye. Ew endamê rasterast ê Komîteya Çapemeniyê ya PKK ê ye, û daxuyaniyên wî siyaseta medyayê ya pêşerojê a PKK ê eşkere dike. Em dikarin daxuyaniyên Tolhildan di çend xalan binirxînin:

Demhat Tolhildan: Rojava ne Kurdistan e

Di axaftina xwe de, Demhat Tolhildan rexne li hevberkirina pirsgirêka Rojava bi nasnameya Kurd re kir û got, “Pirsgirêka Rojava ne bi Kurdistanê ve girêdayî ye, ne pirsgirêka Kurd e.” Tolhildan her wiha got, “Fermande, rêveberên Rojava û Rêber APO bi salane dibêjin kêşeya Rojava ne tenê pirsgirêkek Kurd e.” Tolhildan her wiha diyar kir ku Rojava herêmeke ku dikare demokratîkbûna Sûriyê ava bike û Kurd dê wekî opusîzyonek demokratîk beşdarî Sûriyeyê bibin.

Demhat Tolhildan: Li pişt kesên ku Tevgera Azadiyê rexne dikin MIT heye

Di axaftina xwe de, Demhat Tolhildan kesên ku PKK û Ocalan rexne dikin, bi girêdana bi MIT ê tawanbar kir û got, “Ev kesên xerabkar in.” Tolhildan derbarê kesên ku PKK ê rexne dikin de got, “Ew trolin û kesên ji şer û têkoşînê reviyane; ew ji bo civaka Kurd ti sûdê nadin. Li Rojava 13,000 şehîd hene; divê mirov rêzê nîşanî wan bide û rexne neke.”

Daxuyaniya Demhat Tolhildan a ku digot “yên ku PKK ê rexne dikin MIT in” bertekek berbiçav kişand ser xwe. Ji ber ku Devlet Baxçelî niha yek ji parêzvanên herî bihêz ên PKK û Ocalan e. Baxçelî piştî Rojava gotibû, “Divê her kes rêzê li Ocalan bigire.” Baregahê Mît ê bûye Îmralî û dewleta Tirk vê vekirî dibêje.

Demhat Tolhildan: Barzanîyan alîkariya ji bo Rojava asteng kirin

Di tevahiya axaftina xwe de, Demhat Tolhildan piştgiriya ku ji Rojava re hatiye dayîn jî înkar kir û got, “Kesî Rojava neparast, Rojava bixwe, xwe parast.”

Li ber çavên hemû Kurdan û cîhanê, tevgera siyasî ya Barzanî û PDK ê hemû derfetên xwe ji bo Rojava seferber kirin. Û ji bo vê piştgiriyê, Îlham Ehmed, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Rojava, got, “Serok Barzanî mîna çiyayekî li pişt me sekinî.” Mazlum Ebdî gelek caran hat Hewlerê û bi rayedarên PDK ê re civiya û bi xwe spasiya Serok Barzanî kir. Heta Fransa û Emerîka jî bi eşkereyî rola Serok Barzanî di peymanê de diyar kirin, lê Tolhildan di tevahiya axaftina xwe de înkareke mezin nîşan da û ev îfade bi kar anî: “Hin kes Rojava wekî ku Barzanîyan ew parastî be nîşan didin, ev bi tevahî ne rast e. Bi rastî, bila ez li vir bibêjim, Barzanîyan alîkariyên bo Rojava asteng kirin.”

Tolhildan alîkariya ku ji hêla Weqfa Xêrxwazîya Barzanî ve hatiye dayîn jî red kir û got, “Ew ji bo reklamê hatine.” Lêbelê, karwanên alîkariyê di encama danûstandinên Serok Barzanî bi Vatîkanê re ji bo şandina alîkariyê gihîştin Kobaniyê. Kurdên Rojava bi alên Kurdistanê pêşwazî li Weqfa Xêrxwazîya Barzanî kir. Demhat Tolhildan, di axaftina xwe de, li dijî alên Kurdistanê jî derket û got, “Nîşandana sembolên neteweperest ên bi vî rengî xelet e.”

Gelo Çima medyaya PKK ê dîsa dest bi êrîşê kir?

Piştî sala 2012 an, medyaya PKK ê hemî dezgehên xwe yên ragihandinî ji bo meşandina siyaseta dijî PDK û Barzanî organîze kir. Ji pîvanên exlaqî dûr êrişî destkeftiyên başûrê Kurdistanê kir.

Lêbelê, nemaze piştî hilweşîna rejîma Esed û hilweşandina PKK ê ji hêla Ocalan ve di Sibata 2025 an de, gelê Kurd wekî berê baweriya bi propagandaya Pkk ê nake.

Bi taybetî bi pevçûnên li Rojava re, weke her car helwesta Kurdistanî ya Serok Barzanî ji hêla Kurdan ve bi berfirehî hate pejirandin. Ev bû sedema têkçûna propagandaya 14 salan a PKK ê, û PKK ji ber siyaseta xwe ya Rojava rastî rexneyên mezin hat. Kombûna gelê Kurd li dora ala Kurdistanê jî PKK hejand.

PKK dixwaze hem rexneyên ser xwe û hem jî nîqaşên li ser têkçûna felsefeya Ocalan asteng bike, ji ber vê yekê bi lez û bez xwe ji nû ve ava dike da ku dîsa dest bi reşkirina rêbaza Barzanî bike. Di vê navberê de, ji bo pêşî girtina rexneyên li ser medyaya civakî jî bi gefên tund dixwaze rexneyên li ser PKK ê rawestîne.

Wisa diyar dike ku PKK dê di serda pêş de êrîşên xwe zêde bike da ku rola tevgera Barzanî li Rojava veşêre û bêbandor bike.