Li Rojava, Dîwarê Berlînê yê Kurdan Hilweşiya

Li Rojava, Dîwarê Berlînê yê Kurdan Hilweşiya

Di 9 ê Mijdara 1989 an de, Dîwarê Berlînê, ku Almanya Rojhilat û Rojava ji hev vediqetand, di encama berxwedana mirovên medenî û xwepêşandanên girseyî de hate hilweşandin.

Dîwarê Berlînê ne tenê nijinîyekî betonî bû ku Almanya weke du welat veqetandibû. Ew dîwar desteserkirina mêjîyên mirovan bi îdeolojî, sînor, têgihîştin û manîpulekirina li ser hişê mirovan û îpotekkirina îradeya wan bû. Û dema ku ew hilweşiya, ne tenê bajarek bû yek; rejîmek derewan, nîzama tirsê û zindanek îdeolojîk jî hilweşiya. Xelk her wiha bi derewên mezin ên ku bi salane pê bawer dikir re rû bi rû man.

Di Çileya 2026 an de, di rastîya pevçûnên Rojava de Dîwarê Berlînê yê ku di hişê Kurdan de hatibû avakirin jî li Rojava hate hilweşandin. Û îro, pêvajoya ku li Rojava qewimî rê li ber xalek şikestina dîrokî ya bi vî rengî ji bo Kurdan vekiriye.

Rastiya Evdila Ocalan û PKK ê, ku bi salan wekî yekane rêya rizgariyê ji gelê Kurd re hatibû pêşkêş kirin, weke pîrozî û bê gumanî, bi pêşveçûnên Rojava re bi hemû tazîbûna xwe xuya bûye.

Gerdûna îdeolojîk a ku ji hêla PKK ê ve hatibû avakirin, bibû dîwarekî derûnî ku Kurd ji rastiya wan a neteweyî qut dikirin. Li pişt vî dîwarî, rexne qedexe bû, pirskirin xiyanet bû, û ramanên cuda jî dijminatî bû. Mîna li Almanya Rojhilat, mirov an wekî “xayîn” dihatin binavkirin û ji PKK ê û bandora wê direviyan, an jî teslîmî wê sîstemê dibûn, çi baweriya wan pê nebûya jî, ji ber şert û mercan, nekarîn dijî wê bisekinin.

Ji sala 1975 an heta 1999 an, Ocalan hemû enerjiya Kurda a Kurdistanî di nav PKK ê de kom kir. Piştî sala 1999 an, yên ku kom bûn di sêgoşeya “xwîn-bawerî-murîdî” a Rojhilata Navîn de hatin asîmîlekirin. Li şûna nasnameya Kurd, nasnameya PKK ê, li şûna Kurdistanê, Ocalan û hwd. hatin îqame kirin. Ocalan dîwarekî wisa yê îdeolojîk afirand ku, xeyal bikin, heta merasîmek leşkerî a salyadê li Şengal ji bo Deniz Gezmiş, serokê Çepgirên Tirk, hate lidarxistin.

Ocalan, bi bikaranîna gotarên ku ji mîtolojî, bawerî, çîrok û çîvanok berhev kiribû, weke endezîyarekê li ser civaka Kurd hat sepandin. Endamên PKK ê xwe wekî rizgarkerên hemû cîhanê pênase dikir. Ocalan wekî xwedawendekî afirînerê erdûesmana yê şevûroja ji civaka Kurd re dihate pêşkêş kirin.

Bi salan dihat gotin ku Ocalan dafikeke ji bo Kurdan hatiye danîn, lê geleka pê bawer nedikir. mûsîbetek ji hezar şîretan çêtir e.

Tiştên ku li Rojava qewimîn, ji çîrokên ku bi salane têne vegotin bihêztir bû. Ji bo cara yekem, Kurdan derfet dîtin ku îdiayên Ocalan û PKK ê bi ezmûnek berbiçav bipîvin. Û wan dît ku di navbera xeyalên ku hatibû vegotin û rastiya ku derketiye holê de çalekî kûr heye. Îro, her ku diçe bêtir Kurd dipirsin:

Gelo PKK bi rastî xizmeta berjewendiyên Kurdan dike? Gelo îdeolojiya Ocalan Kurdan azad dike, an jî wan ji erkên niştimanî dûr dixe? Rastiya ku ev pirs dikarin werin pirsîn bi serê xwe şoreşek e. Bi vî awayî, zirxê ku 27 salan li dora navê Ocalan hatiye avakirin dest bi şikestinê kiriye. Dîwarên tirsê hildiweşin, Pîrozîyên derew hildiweşe, Tabu hildiweşin.

Û têgihîştinên ku bi salane PKK ê bi vegotinên wekî “Barzanî projeyek Îsraîlî ye, Barzanî xayîn e, Barzanî Cihû ye” û hwd. hatine afirandin, ligel Rojava jî hatine şikandin. Kurdan jî dîtin ku ev gotin beşek ji projeyek “Kurd bi destê Kurdî dana qirkirinê ye” 

Mîna hilweşîna Dîwarê Berlînê, ev pêvajo şikestinek bêdeng lê bêveger e. Kurd niha dest pê dikin ku bi awayekî millî, bêtir Kurd û Kurdistanî û rasttir li pirsgirêkan binêrin. Ne bi hestan, bi hişmendîyekî neteweyî. Ne bi çîrokan, bi rastiyan.

Ji ber vê yekê, pêvajoya Rojava ne tenê pêşveçûnek leşkerî an jî siyasî ye. Ew di heman demê de di hişê gelê Kurd de rizgariyek e.

Wekî me got, yek mûsîbetek ji hezar şîretan çêtir e. Rojava nekarî şoreşa “ekolojîk, azadiya zayendî” ya ku Ocalan behsa wê dikir bi dest bixe, lê Rojava şoreşa “hejandina mîta Ocalan” kir.

Bê guman, hêzên ku ji hilweşîna dîwarê kû  PKK-Ocalan li pêşiya Kurdan ava kiriye ditirsin, dê milên xwe bidin ber dîwarî ku ne hilweşe loma ewê hewl bidin ku temenê hem Ocalan û yê PKK dirêj bikin, lê dîwar derizîye weke ku em Kurd dibêjin “Mîrim borî” êdî ew dîwar bi pîneyan nahê zapkirin. Hilweşîna wî ji bo Kurdan destkeftiya herî mezin e…