Baxçelî: Divê KCKe demldest were hilweşandin

Serokê partiya tevgera neteweperst MHPê ragehand; pêwîste KCKe her zû were hilweşandin û got ku Ocalan xizmeta Tirkiyê dike.
Serokê giştîyê yê MHPê Devlet Bahçeli di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoya Tirkiyê de axivî û behsa pêvajoya aştiyê kir.
Bahçeli bal kişand ser banga 27ê Sibata 2025an û got, “ev bang çawa ku pêwendî bi PKKê ve heye, KCKê jî bi xwe ve digre. Pêwîste demldest KCKe ku sazîya jorîn ya rêxistinê ye were fesix kirin”.
Serokê MHPê behsa pêvajoya aştiyê kir û amaje bi xebatên komîsyona parlamentoya Tirkiyê kir û got: Komîsyonê 20 civîn kirne, nêrîna 137 kes û saziyan wergirtye û rapor bi dengê 47 endaman hatiye qebûlkirin.
Bahçeli her wiha destnîşan kir ku piştî yekîneyên ewlehiyê pesend bikin ku çek hatine danîn û rêxistin hatiye fesixkirin, rêkarên yasayî dikarin werin rojevê.
Devlet Bahçeli di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser KCKê û got: “Di hedefa Tirkiyeya bê teror de banga PKKê ya 27ê Sibata 2025an xwedî bandoreke girînge.
Ev bang bi heman awayî KCKê jî bi xwe ve digre. Divê demldest dawî li sazîya jorîn ya rêxistinê were anîn.”
Serokê MHPê derbarê Ocalan jî axivî û got: “Meseleya rewşa serokê damezrîner yê Partiya Karkerên Kurdistanê dê çawa were çareserkirin? Û valahiya di derbarê statuya Îmraliyê de, ku xizmeta Tirkiyeyek bê teror dike, dê çawa were dagirtin?”