Mesrûr barzanî û wezîrê derveyê Tirkiyê rewşa deverê gotubêj dikin

Masrour Barzani-Hakan Fidan-info

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji wezîrê derveyê Tirkiyê Hakan Fîdan pêwendiyek telefonî wergirt.

Herdu aliyan rewşa giştî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û pêşkeftinên dawî yên şer û aloziyên li herêmê nîqaş kirin.

Herdu alî li ser girîngiya parastina aştî û aramiya li herêmê li hev kirin.