Serok Barzanî: Divê her kes baş bizanibe ku sebir jî xwedî sînor e

Serok Barzanî: Divê her kes baş bizanibe ku sebir jî xwedî sînor e

Peyamek ji Serok Barzanî bo raya giştî

Bi navê Xwedêyê Dilovan û Dilovîn

Di dirêjahiya dîrokê de gelê Kurdistanê tu carî ligel şer de nebûye û her tim daxwazkarê aştî û pêkvejiyanê bûye. Heger şer jî bi ser de hatibe sepandin, ewî berevanî di mafên xwe de kiriye. Ev bingehekî neguher e û ji baweriyeke qahîm û ferhengeke dewlemend a aştîxwazî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê serçavkaniyê digire.

Cihê daxeke mezin e ku niha şer û rageşiyeke zêde di herêma me de heye. Niha û berê jî, her dem hêviya me ew bûye ku her çi girift û kêşe hene bi rêyên aştiyane werin çareserkirin, ji ber ku her tim şer dibe sedema kavilkarî û malwêraniyê.

Di vê navberê de, cihê matmayîneke mezin e ku hinek grûp û alî di bin navê “Muqaweme” û bi hincet û dirûşmên bêbingeh, rê didin xwe ku êrişî cihên sivîl, jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê û binkeyên Pêşmerge bikin. Ev şerfiroştin û destdirêjiyeke aşkere ye bo ser mafên hevwelatiyan û aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê.

Li vir divê her kes baş bizanibe ku sebir jî xwedî sînor e. Pêşmerge tu carî zilm û zora tu aliyekî qebûl nekiriye; nabe û naxwaze ku ev şerfirotin û têkdana aramiya Herêma Kurdistanê û ewlehiya hemwelatiyan ji aliyê van grûpan ve berdewam bike. Ji bo vê mebestê, em bang li hikûmet û Encumena Nûneran a Iraqê û aliyên siyasî, bi taybetî Çarçoveya Hevahengiyê (Chwarcheway Hevelingî) dikin ku bi cidî bikevin ser xetê û sînorekî ji bo van destdirêjiyan deynin, ji ber ku berdewambûna vê şerfirotinê dê bibe sedema encamên xerab.

Ji bilî nîşandana hevsoziya xwe bo malbat û kesûkarên wan ezîzên ku di encama van êrîşên neheq de şehîd bûne, em xelkê xoşewîst ê Kurdistanê jî piştrast dikin ku em ê bi hemû şiyana xwe berdewam bin da ku Kurdistan ji şer û belayan dûr be û aramî, asayîş û jiyana xelkê parastî be. Serkeftin her bo gelê Kurdistanê ye.”

Mesud Barzanî

8î Sibata 2026an