Îsraîl: Me 7,600 êrîş encam dane û 4,000 pasdar kuştine

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şer ve, wan 7,600 êrîşên hewayî li dijî Îranê encam dane û bi giştî 4 heta 5 hezar serbazên Îranî tê de hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê îro, roja duşemê 16’ê Adara 2026’an, bîlançoya şer eşkere kir. Li gorî wê hêzên asmanî yên Îsraîlê 7,600 êrîş birine ser bingeh û navendên leşkerî yên rejîma Îranê.
Di van operasyonan de, bi giştî 4 heta 5 hezar leşkerên Artêşa Pasdaran û fermandarên rejîmê hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê her weha destnîşan kir ku Îranê nêzî 290 moşek û 500 dron arasteyî Îsraîlê kirine. Piraniya van moşek û dronan ji hêla sîstema parastina asmanî ve hatine têkbirin.