Zelmay Xelîlzad: Êdî dema ji nav birina milîsên Iraqê hatiye

Zelmay Xelîlzad, balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê îro li ser hesabê xwe yê (X) gefên herî dijwar li Heşda Şeabî û hikûmeta Iraqê xwarine û gotiye ku êdî dema jinavbirna wan milîsan Iraqê hatiye.
Zelmay Xelîlzade wisa gotiye:
“Ew milîsên Iraqî yên di bin kontrola Supayê Pasdarên ê Îranê de ne, êrişî ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û her wiha herêma Kurdistanê û berjewendiyên me yên li wê derê dikin.
Hikûmeta Iraqê daxuyaniyan ji bo şermezarkirina van êrişan belav dike, lê wisa diyar e ku an ew bêşiyan e an jî mixabin naxwaze wan bisekinîne.
Êdî dema wê çendê hatiye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şiyanên serbazî yên van milîsan ji nav bibe, yên ku ji mêj ve wekî ajanên Îranê kar dikin û hikûmeta Iraqê jî bi bêdengî çavên xwe li wan girtiye.”