Peyama Newrozêya Ocalan, qîrîna azadiyê yan peymana teslîmiyetê?

Daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên ku her sal di dema Newrozê de tên belavkirin, êdî ne tenê peyamên cejnê ne, belku ew veguherîne manîfestoyeke îdolojîk ku di bingeha xwe de “Serxwebûna Kurdistanê” binax dike. Ev daxuyanî, li şûna ku daxwazên neteweyîyên gelê kurd bîne ziman, bi zimanekî mîstîk û romantîk hewl dide kurdan di nav sînorên “Mîsaqa Millî” û berjewendiyên dewleta Tirk de asê bike.
Di vê daxuyaniya dawî de jî tê dîtin ku Ocalan bi tundî êrîşî konsepta “Netewe-Dewletê” dike. Lê ev rexne ne ji bo hemû dewletane; ew tenê ji bo Kurdane ku mafê wanê dewletbûnê ji destê wan bigre. Dema Ocalan sînoran wekî “xeyalî” pênase dike, ew di rastiyê de sînorên Tirkiyeyêyên ku bi zorê li ser axa Kurdistanê hatine xêzkiirin, rewa dike û daxwaza serxwebûnê wekî “paşverûtî” nîşan dide. Ev nêzîkayî, li şûna ku bibe xizmeta azadiya kurdan, dibe mertalekî îdolojîk ji bo yekparçeîya dewleta Tirk.
Ocalan bi daxuyaniyên xweyên Newrozê, bi eşkereyî dev ji doza dewletbûna kurdan berdaye. Bi şermezarkirina “netewe-dewletê” wekî berhemeke kapîtalîzmê, ew di rastiyê de mafê Kurdanê dewletbûna li ser xaka wan ji destê wan digire.
Binaxkirina xeyala “Kurdistana Serbixwe”
Zimanê “Biratiya Gelan” û “Sedsala Tirkiyeyê” ku Ocalan wekî alternatîf pêşniyar dike, di rastiyê de projeya asîmîlasyona nerm û “Turkiyebûyînê”ye. Ocalan bi vê daxuyaniyê kurdan di nava sînorên siyasîyên Tirkiyeyê de zindanî dike. Ocalan di bin navê “Biratiya Gelan” de, nasnameya neteweyîya kurdî dihelîne û kurdan wekî “dînamîka demokratîkkirina Tirkiyeyê” bikartîne. Li şûna ku kurd bibin xwedî statuyeke siyasîya serbixwe, ew wan dike “dînamîka demokratîkkirina Tirkiyeyê”. Bi vî awayî, xwîna kurdan ji bo ku Tirkiye bibe dewletek “demokratîk” tê rijandin, ne ji bo ku Kurdistan azad bibe.
Di beşeke din a peyama xwe de, Ocalan, behsa ruhê “Em” dike û dibêje, “têgeha ‘Em’ di herka dîrokêya van xakan de xwedî wateyeke girîng û berfirehe. Lê îktîdarên bijarte ev têgeh teng kirine û daxistine ‘Yek’ê. Êdî dema wê hatiye ku em ruh û piratîka berê dîsa bidin têgeha ‘Em’ê. Lê belê, ev “Em” a ku Ocalan qala wê dike di rastiyê de “Neteweya Tirk” a nûjenkirîye. Bi rakirina sînorên etnîkî di bin navê “Neteweya Demokratîk” de, Ocalan nasnameya kurdî di nav deryaya “Gelên Rojhilata Navîn” de dihelîne. Ev yek di warê polîtîk de herî zêde xizmeta dewleta Tirk dike, ji ber ku daxwazên etnîkîyên kurdan lawaz dike.
Belê, Ocalan ji Îmraliyê ve mîna şêwirmendekî stratejîk ê dewletê tevdigere. Bi daxwaza “vegera li ruhê dîrokî”, ew kurdan ji daxwazên wanên modern û siyasî dûr dixe û wan di nav “Romantîzma Mezopotamyayê” de difetisîne. Ev siyaseta pasîfîzasyonê, di dema ku êrîşên li ser destkeftiyên kurdan berdewam dikin, tenê rê li ber polîtîkayên dewletê xweş dike.
Ocalan di vê peyama xwe de jî weke hercar hewl dide kurdan li gorî berjewendiyên nûyên global û herêmîyên Tirkiyeyê “dîzayn” bike. Bi vî awayî, tevgera kurda ku wekî xetereyek ji bo yekparçeîya Tirkiyeyê dihat dîtin, vediguhere “Parêzvanê sînorên Mîsaqa Millî” di bin navê “civaka demokratîk” de.
Loma em dibêjin, peyama Newrozê ya Ocalan, bêtirî ku bibe qîrîna azadiyê, wekî “peymana teslîmiyetê”ya li hemberî sînorên heyî xuya dike. Di dema ku gelên cîhanê ji bo serweriya xwe têdikoşin, Ocalan ji kurdan re “bêdewletbûnê” û “Biratiya Bi Zorê” wekî serkeftin nîşan dide.