Erdogan Hişyarî da: “Em li Beranberî Xetera Berfirehbûna Cengê ne”

Erdogan Hişyarî da: "Em li Beranberî Xetera Berfirehbûna Cengê ne"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li ser asoya geşedanên leşkerî yên li Rojhilata Navîn hişyariyên tund dan û ragihand ku herêm bi xetereyeke rastîn a berfirehbûna şer re rûbirû ye. Erdogan tekez kir ku Enqere hemû hewldanên xwe dike da ku Tirkiyeyê ji “agirê hevrikiyan” dûr bixe.

Erdogan di gotarekê de li Parlamentoya Tirkiyeyê, bal kişand ser şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku derbasî meha xwe ya duyem bûye. Serokkomarê Tirkiyeyê got: “Em li beranberî xetereke rastîn a dirêjbûn û berfirehbûna cengê ne. Erka me ya sereke parastina welatê me ye û em ciddî ne ku Tirkiyeyê bi kêmtirîn zirar ji vê qonaxa krîtîk derbas bikin.”

Serokkomar Erdogan amaje bi wê yekê kir ku Enqereyê trafîka xwe ya dîplomasî bi Washington, Tehran û paytextên din ên herêmê re zêde kiriye. Erdogan destnîşan kir ku hîna derfet ji bo vejandina rêyên dîplomasiyê heye û got: “Em di peywendiyeke berdewam de ne ji bo rêgirtina li rûbirûbûneke leşkerî ya tevgir ku dikare bibe sedema karesateke mezintir.”

Ev daxuyaniyên Erdogan di demekê de ne ku aloziya li herêmê gihîştiye lûtkeyê. Piştî êrîşa berfireh a Amerîka û Îsraîlê ya di 28ê Sibata 2026an de, ku tê de Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî û serkirdeyên payebilind hatin kuştin, şer bi rengekî bêserûber belav bûye.

Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî, wekî bersiv Tengava Hurmizê li rûyê bazirganiya cîhanê girtiye û êrîşên mûşekî arasteyî bingehên Amerîkayê kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî hişyariyeke dawî daye Tehranê ku heta tengav neyê vekirin, dê êrîşên “wêranker” berdewam bin.