Îranê daxuyand ku ew ê li dijî Amerîka û Îsraîlê bersivdayînên “berfirehtir û wêrantir” bidomîne

Iran-us-israil-war

Artêşa Îranê ragihand ku ew ê li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê bersivdayînên “berfirehtir û wêrantir” bike.

Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya şaxa Hêzên Çekdar ên Îranê Yarbay Îbrahîm Zulfiqarî piştî gefxwarinên nû yên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên dijî Îranê daxuyanî weşand.

Zulfiqarî li dîjî îdiayên Amerîka û Îsraîlê yên ku dibêjin hêza eskerî ya Îranê tune kirine wiha got: “Hevî nekin ku we navendên me yên hilberîna moşekên stratejîk, balafirên me yên bêmirov ên ku dikarin ji menzîla dûr va êrîşê bikin û hedefan destnîşan bikin, pergalên me yên parastina hewayî yên nûjen û şerê elektronîkî û alavên me yên taybet wêran kiriye. Bi vê fikrê va hûn ê tenê avzêla ku hûn tê da ne kûrtir bikin.”

Zulfiqarî bangî Amerîka û Îsraîlê kir û wiha got: “Hûn ê berdela êrîşa ku we da destpêkirin bidin. Piştî darbe û sîleyên bihêz û nedihatin xeyalkirin ên ku hûn rast hatin, îja li benda çalakiyên me yên hê xurttir, berfirehtir û wêrantir bimînin.”