Di êrîşên mûşekî yên li ser Tehranê de kuştî û birîndar hene

Di êrîşên mûşekî yên li ser Tehranê de kuştî û birîndar hene

Li gorî daxuyaniyên fermî yên rayedarên payebilind ên hawarçûnê, paytexta Îranê Tehran rastî zincîre êrîşên mûşekî hat. Di encama van êrîşan de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û ziyanên mezin ên madî gihîştine herêmên niştecîbûnê.

Berdevkê Rêveberiya Agirkujiyê ya Tehranê ji ajansa nûçeyan a ISNAyê re ragihand ku di saetên borî de, mûşekek li navenda bajêr li westgeheke gazê ketiye. Her çend ev êrîş bûye sedema belavbûneke berfireh a gazê û tirs û xofeke mezin di nava welatiyan de çêkiriye, lê tîmên agirkujiyê karîn di nava 30 xulekan de rewşê kontrol bikin. Bi destwerdana bilez, rê li ber teqîneke mezin û karesateke mirovî hat girtin.

Her weha Êrîşeke din a mûşekî li herêma başûrê rojhilatê Tehranê rasterast maleke sivîlan armanc girt. Ji ber tundiya teqînê, xanî bi temamî hilweşiya û niştecihên malê di bin kavilan de man.

Li gor agahiyan, tîmên rizgarkirinê 7 kes bi birîndarî ji bin kavilan derxistin û ji bo dermankirinê hatin veguhestin. Her weha hat piştrastkirin ku 3 welatiyan di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.