Lêçûnên operasyonên leşkerî yên Amerîkayê di şerê Îranê de hatin aşkerekirin

Malpera “Iran War Cost Tracker” ku çavdêriya lêçûnên darayî yên operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li Îranê dike, ragihand ku mesrefa vî şerî di nava 37 rojên borî de 42 mîlyar dolar derbas kiriye.
Li gorî daneyên nû yên malperê, heta duh 5ê Nîsanê lêçûna giştî ya şer gihiştiye zêdetirî 42.1 mîlyar dolarî. Hat diyarkirin ku ev texmîn li ser bingeha agahiyên ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di 10ê Adarê de pêşkêşî Kongressa Amerîkayê kiribûn, hatine amadekirin.
Rojane mîlyarek dolar tê xerckirin
Di raporê de hat aşkerekirin ku tenê di 6 rojên yekem ên operasyonê de, Pentagonê 11.3 mîlyar dolar xerc kirine. Her wiha Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê amadekarî kiriye ku di qonaxên bê de, ji bo berdewamiya operasyonên leşkerî rojane mîlyarek dolar were xerckirin.
Operasyona leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê, di 28ê Sibata borî de dest pê kir û tevî hemû hewildanên dîplomatîk, êriş û pevçûn heta niha jî bi tundî berdewam dikin.