Cengiz Çandar: Yasayên pêvajoya aştiyê dê di Gulan an Hezîranê de bên derxistin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê, Cengiz Çandar, di daxuyaniyekê de ragihand ku amadekariyên yasayî ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya “pêvajoya aştiyê” berdewam dikin. Çandar destnîşan kir ku pakêta yasayan a giring dê di mehên Gulan an jî Hezîrana îsal de bigihîje Parlamentoya Tirkiyeyê.
Cengiz Çandar di bernameyeke televîzyonê de bal kişand ser wê yekê ku ji ber sedemên teknîkî û siyasî, derxistina yasayan di meha Nîsanê de ne pêkan e. Lê belê, wî tekez kir ku egera herî bihêz ew e ku gavên fermî û yasayî di dawiya biharê û destpêka havîna 2026an de werin avêtin.
Parlamenterê DEM Partiyê hûrgiliyên ku tê çaverêkirin di pakêta yasayî de cih bigirin wiha rêz kirin:
1- Amadekirina zemîna yasayî daku rê li ber vegera kesên li çiya vebe û tevlî jiyana siyasî û demokratîk bibin.
2- Di rojeva pêvajoyê de valakirina girtîgehan û vegera wan kurdên ku li Ewropayê di sirgûnê de ne, heye.
Ev daxuyaniya Çandar piştî serdana du rojî ya Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz a li Amedê hat. Yilmaz di “Civîna Cîhana Kar” de bal kişandibû ser guherînên li Sûriye û Îranê û ragihandibû ku ji bo ewlehiya Tirkiyeyê, “aştiya navxwe” bûye pêdiviyeke stratejîk.
Cevdet Yilmaz li Amedê soz dabû ku hikûmet dê di avêtina gavên yasayî de lezê bike. Herwiha wî bang li DEM Partiyê kiribû ku di vê qonaxê de berpirsiyariyê hilde ser milê xwe, bi taybetî di mijara “çekdanînê” de daku pêvajo bi ser bikeve.