Li Hesekê pevguhertina girtiyan di navbera HSD û Şamê de dest pê kir

Li bajarê Hesekê îro Şemiyê, 11ê Nîsana 2026an, di çarçoveya cîbicîkirina xalên rêkeftina 29ê Çileya borî de, proseya pevguhertina dîl û girtiyan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de bi fermî dest pê kir.
Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, di vê qonaxa pevguhertinê de ku li navenda bajarê Hesekê tê birêvebirin, Hikûmeta Sûriyeyê 400 endamên HSDê yên di girtîgehên wan de bûn azad kirin û li beramberî vê pêngavê jî, HSDê 90 girtiyên ser bi aliyê hikûmetê ve radestî rayedarên Şamê kirin.
Hate ragihandin ku ji bo serperştîkirina vê proseyê, şandeyeke taybet a serokatiyê tevî tîmên teknîkî û çavdêriyê rasterast gihîştine herêmê daku proseya azadkirina girtiyan bi şêwazekî rêkûpêk birêve biçe. Ev gava mirovî wekî beşekî giring ji rêkeftina dawiya meha Çileyê tê nirxandin û tê çaverêkirin ku bibe bingehek ji bo kêmkirina rageşiyên di navbera her du aliyan de û herwiha çareserkirina dozên din ên girtiyan di paşerojê de.
Hevdem digel van geşedanên li Hesekê, li bajarê Kobanê jî xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin û welatiyan bi tundî daxwaza azadiya hemû girtiyên di destê hikûmetê de kirin. Xwepêşanderan bang li her du aliyên peywendîdar kir ku bi temamî pabendî peyman û rêkeftinan bin daku hemû dîlên HSDê yên mayî bi silametî vegerin nava malbatên xwe û ev doz bi awayekî yekcarî were girtin.