HSDê nasnameya 10 Şervanên êrîşên Şamê li ser Rojava aşkere kirin

HSD-10-Net

Nasnameya 10 Şervanên HSDê hatine aşkere kirin ku di êrîşên çeteyên Şamê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de ketbûn ber êrîşan.

Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê, îro roja sêşemî 14 Nîsana 2026ê bi daxuyaniyekê nasnameya 10 Şervanên xwe aşkere kir ku di êrîşên komên çeteyên Şamê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de li Çileya îsalê ketbûn ber êrîşan.

Navên wan:

EbdulkerîmFewaz

Ebdulrehman Mitêlib

RêzanMihemed

CedûEbdulla

HisênSalih

XidirHisên

Elî Yûsif

MihemedEhmed

Mehmûd Elî

IsmetMihemed

Destnîşan kir, ev 10 Şervan di meha Çileya 2026ê de li herêmên Sirînê, Kobanê, Hesekê, Reqqa û Şedadê ketbûn ber êrîşa çeteyên Şamê.

Li gorî amarên navendên lekolînê li Rojavayê Kurdistanê, di êrîşa çeteyên Şamê ya ser Rojava de, ku li 6 Çileyê dest pê kirbûn, herî kêm 1200 Kurd hatine şehîd kirin, bi hezaran hatine revandin û bi sedan hezar jî koçber bûn.