Di encama rûdaneke xemnak a elektrîkê de li taxa Maltayê ya bajarê Dihokê, xwediyê malekê û karkerekî jiyana xwe ji dest dan û kesekî din jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, rûdan îro li taxa Maltayê ya Dihokê qewimiye. Komek karkerên ku ji qezaya Sêmêlê hatibûn, mijûlî sazkirin û danîna kewantereke (dolab) alumînyûmî bûn ji bo malekê. Di dema bilindkirina kewanterê de, parçeyekî metalî bi têlên serekî yên elektrîkê ve ketiye û bûye sedema vîbrazyoneke bihêz a tezûyê.
Ji ber dijwariya herikîna elektrîkê, xwediyê malê û karkerek di cih de jiyana xwe ji dest dane. Kesê sêyem ê ku li cihê bûyerê bû, bi giranî birîndar bûye. Tîmên hawarçûnê birîndarê navborî gihandin nexweşxaneyê û li gorî zanyariyên pizîşkî, niha di bin çavdêriya tund de ye û rewşa wî giran e.
Ev bûyera dawî, amara qurbaniyên elektrîkê li parêzgeha Dihokê zêde kir. Li gorî daneyên fermî yên sala 2026an, ji destpêka salê heta niha sê kesan ji ber rûdanên elektrîkê jiyana xwe ji dest dane û du kesên din jî birîndar bûne.
Pisporên warê elektrîkê û bergiriya şaristanî careke din hişyariyê didin welatiyan û karkeran ku di dema karên li nêzîkî têlên elektrîkê de, pîvanên ewlehiyê li ber çav bigirin û bi taybetî dema ku kelûpelên metalî û alumînyûmî bikar tînin, baldar bin.