PDK merc û daxwazên Xwe di “Pakêteke Yekgirtî” de pêşkêşî Bexdayê dike

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tevahiya merc, daxwaz û nîgeraniyên xwe di pakêteke taybet de kom kirine û biryar e li ser vê bingehê ligel aliyên Iraqî dest bi danûstandinan bike. Ev pêngava PDKê di demekê de tê ku hewlên navdewletî û navxweyî ji bo çareserkirina krîza siyasî ya navbera Hewlêr û Bexdayê zêde bûne.
Çavkaniyeke bilind ji PDKê ji medyayê re ragihand ku polîtburoya partiyê amadekariyên xwe temam kirine. Çavkaniyê diyar kir ku ew ji proseya siyasî ya Iraqê nekşiyane, lê belê ji ber hinek “pêşêlkariyên destûrî û yasayî” nîgeran in û vegeriyane Hewlêrê. Hat destnîşankirin ku biryara vegera bo Bexdayê, di destê serkirdayetiya PDKê de ye û ew yek bi nemana nîgeraniyan û çareserkirina pirsgirêkan ve girêdayî ye.
Li gorî agahiyan, îro Yekşemê (26ê Nîsana 2026), şandeke bilind a serokên fraksîyonên Parlamentoya Iraqê serdana Hewlêrê dike. Armanca vê serdanê civîna ligel fraksîyona PDKê ye, daku zemînek ji bo lihevkirinê were amadekirin û parlamenterên PDKê vegerin nava holên civînên parlamentoyê.
Ev tevgera dîplomatîk piştî wê yekê tê ku Serokatiya Parlamentoya Iraqê di civîna 22ê Nîsanê de daxwaz ji serokên fraksîyonan kiribû ku lîjneyeke hevbeş ava bikin. Erka sereke ya vê lîjneyê ew e ku ligel PDKê li ser wan asteng û hokeran biaxivin ku bûne sedema baykotkirina civînên parlamentoyê.
Pêştir fraksîyona PDKê bi daxuyaniyeke fermî ragihandibû ku baykotkirina wan wekî nerazîbûnekê ye li dijî karên derveyî destûrê yên di nava parlamentoyê de rû didin. Çavdêrên siyasî li bendê ne ku ev “pakêta PDKê” bibe kilîta çareseriyê an jî bibe destpêka qonaxeke nû ya danûstandinên dijwar di navbera her du aliyan de.