Konferansa yekîtiya neteweyî ya kurdên bakur: “Yekîtî ji bo me mecbûriyet e”

Konferansa yekîtiya neteweyî ya kurdên bakur: "Yekîtî ji bo me mecbûriyet e"

Kurdên Bakur di konferanseke berfireh û dîrokî de li ser pêwîstiya yekîtiya neteweyî civiyan. Di konferansa bi navê “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe Ya Neteweyî Nîqaş Dikin” de, bang li hemû hêzên siyasî hat kirin ku nakokiyên navxweyî bidin aliyekî û li ser stratejiyeke neteweyî ya hevpar li hev bikin. Di konferansê de hat destnîşankirin ku di sedsala nû ya Rojhilata Navîn de, yekîtî tekane garantiya parastina hebûn û destkeftiyên gelê Kurd e.

Lidarxistina vê konferansê di salvegera “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestî” ya partiyên Rojavaya Kurdistanê (26ê Nîsana 2025an) de, wekî peyameke xurt a piştgiriyê hat nirxandin. Beşdaran diyar kirin ku mîna mertala pola ya li Kobanî û parastina Rojava, divê îro jî dirûşmeya “Gelê Kurd Yek e” bibe bingeha tevgera siyasî ya li her çar parçeyên Kurdistanê.

Di encamnameya konferansê de bal hat kişandin ser hewldanên dîrokî yên rêberên Kurd. Hat bi bîr xistin ku bi saya hewldanên Serok Mam Celal “Protokola 1993” li Şamê hatibû îmzekirin û di sala 2013an de jî bi banga Birêz Abdullah Ocalan û destpêşxeriya Birêz Mesûd Barzanî, Kurd gelekî nêzîkî Kongreya Neteweyî bibûn. Beşdaran tekez kirin ku her çend destwerdanên derve heta niha rê li yekîtiyê girtibin jî, îro fersendên dîrokî ji bo gihîştina vê armancê ji her demê zêdetir in.

Konferansê bal kişand ser krîzên li welatên cîran jî:

Li Tirkiyeyê: Daxwaz hat kirin ku pêvajoya aştiyê ji gotinê derkeve û bibe xwedî çarçoveyeke yasayî. Hat gotin ku divê nasnameya Kurd di makezagonê de were mîsogerkirin û girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Li Îranê: Konferansê piştgiriya xwe ji bo hewldana şeş partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo avakirina “Eniyeke Hevpar” ragihand û daxwaz kir ku cîhan vê daxwaza rewa nas bike.

Di dawiya konferansê de hat destnîşankirin ku parçebûn her tim rê li ber komplo û qirkirinê vekiriye. Beşdaran bang li hemû partiyên siyasî kirin ku berjewendiyên takekesî û partîzanî deynin aliyekî û li gorî îradeya gel a ji bo yekîtiyê gavan biavêjin. “Yekîtî ne tenê tercîhek e, ji bo sedsala nû mecbûriyeteke jiyanî ye.”