Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Elî Zeydî dike

Masrour Barzani Ali Zaidi

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Elî Zeydî, ku ji bo posta Serokwezîrê Federal ê Iraqê hatiye erkdarkirin. Mesrûr Barzanî herwesa piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina kabîneya nû û çareserkirina arêşeyan li ser bingeha destûrê diyar kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî “X”ê ragihand ku, ew bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê raspardî yê Iraqê Elî Zeydî axiftiye.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: “Me pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ji ber raspardina wî ji bo posta Serokwezîrê Federal; me hêviya serkeftinê di erkê wî yê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal de ji wî re xwest.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez li ser giringiya pabendbûna bi destûrê kir û ragihand: “Me piştgiriya xwe ji bo çareserkirina hemî arêşeyan li ser bingeha destûrê nîşan da.”

Mesrûr Barzanî herwesa hêviya xwe anî ziman ku ev pêngav bibe destpêka qonaxeke nû li Iraqê û got: “Em hêvîdar in serdemeke tije aştî û tenahî li Iraqê dest pê bike.”

Ev peywendiya telefonî piştî wê yekê hat ku Elî Zeydî wekî berbijarê yekdengiyê yê Çarçoveya Hevahengiyê hat diyarkirin û ji aliyê Serokkomar ve bi rengekî fermî ji bo pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê hat erkdarkirin.