Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Farûq Refîq peyama sersaxiyê belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo koça dawî ya nivîskar û hizirmendê navdar ê Kurd Farûq Refîq, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û dostên wî kir. Nivîskarê naskirî Farûq Refîq, îro li paytext Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, îro sêşemê (28ê Nîsana 2026ê) di peyama xwe de hevxemiya xwe ya kûr nîşan da û ragihand: “Ji bo koça dawiyê ya hizirmend û nivîskarê naskirî yê Kurd Farûq Refîq, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar, dost û hevalên wî re dixwazim û ez hevbeşê xema wan im.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de rêz û hurmeta xwe ji bo xebatên rewşenbîrî yên nivîskarê rehmetî nîşan da û got: “Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şad bike û sebir û hedarê bide malbata wî jî.”
Farûq Refîq, ku wek nivîskar û rewşenbîrekî xwedî bandor di qada hizrî û wêjeyî ya Kurdistanê de dihat naskirin, îro 28ê Nîsana 2026ê li mala xwe ya li bajarê Hewlêrê koça dawî kir. Mirina wî di nava civaka nivîskar û rewşenbîran de wekî windahiyeke mezin hat dîtin.