Serokê IYI Partiyê ji Bahçelî re: “Ma hûn şerm nakin? Xwedê we islah bike”

Serokê IYI Partiyê, Musavat Dervîşoglu, nerazîbûnek tund nîşanî banga Dewlet Bahçelî da ya derbarê diyarkirina statuyekê ji bo rêberê PKK’ê û jê re got: “Ma hûn şerm nakin? Xwedê we islah bike.”
Îro, roja çarşemê 6ê Gulana 2026an, Dervîşoglu derbarê banga Dewlet Bahçelî ya ji bo “dayîna statuyê ji bo Abdullah Ocalan” axivî. Dervîşoglu di axaftina xwe de rûyê xwe wergerand Bahçelî û got: “Ma hûn şerm nakin? Ez li ser navê we şerm dikim. Xwedê we çawa rast dibîne, bila we weha islah bike.”
Pêşniyara Bahçelî Çi Bû?
Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî, duh roja sêşemê 5ê Gulana 2026an, di civîna koma partiya xwe ya li parlamenê de axivîbû. Bahçelî ragihandibû ku gotûbêjkirina statuya Abdullah Ocalan girîng e û pêşniyar kiribû ku Ocalan bi nasnavê “Koordînatörê Pêvajoya Aşitî û Siyasîbûnê” kar bike.
Li gorî îdîaya Bahçelî, eger Ocalan bi vî rengî kar bike, dê bêtir xizmeta Tirkiyeyê û pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” bike.