Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Erdogan hat eşkerekirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdaneke fermî de li Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya. Di hevdîtina ku li Koşka Dolmabahçeyê birêve çû de, geşedanên herêmî, peywendiyên dualî û bi taybetî “Pêvajoya Çekberdana PKKê” bûn mijarên sereke yên rojevê.
Civîn bi amadebûna şandeke bilind a hikûmeta Tirkiyeyê birêve çû ku tê de Wezîrê Derve, Wezîrê Enerjiyê, Wezîrê Berevaniyê û Serokê Dezgeha Hewalgiriyê (MÎT) amade bûn. Her du aliyan li ser kûrkirina hevahengiya di warên aborî, ewlehî û siyasî de li hev kirin û tekezî li ser giringiya xurtkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê kirin.
Yek ji xalên herî girîng ên civînê, nîqaşên li ser “Pêvajoya Aştiyê û çekberdana PKKê” bûn. Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi awayekî fermî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo vê pêvajoyê nîşan da. Serokkomar Erdogan jî bal kişand ser wê yekê ku serkeftina vê pêvajoyê ji bo aramiya herêmî mercê sereke ye û her du alî li ser bidawîkirina nakokiyan bi rêya diyalogê hevnêrîn bûn.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civînê de pesnê rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî da û wekî “faktorekî giring ê aştî û aramiya navçeyê” bi nav kir. Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di parastina aramiya herêmî de û daxwaza Hewlêrê ya ji bo geşepêdana peywendiyên aborî û bazirganî nû kir.
Di beşa dawî ya hevdîtinê de, her du lîderan li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê û hewildanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal li Bexdayê rawestiyan. Hat destnîşankirin ku çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê, dê bibe bingeha îstîkrara Iraqê û xizmeta hemû pêkhateyan bike.