Rêveberê karûbarên leşkerî yê Esed hate girtin

Wezareta Navxwe ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di operasyoneke taybet û ewlehî de, wan yek ji stûnên herî giring ên rêjîma berê ya Beşar Esed girtiye. Ev girtin di çarçoveya hewildanên ji bo cezakirina berpirsên tawanên şer de wekî pêngaveke stratejîk tê nirxandin.
Sertîpê (Lîwa) bi navê Wecîh Elî El-Ebid, ku ji bo dema 13 salan rêveberê nivîsgeha karûbarên leşkerî ya Koşka Komarî bû, kete destê hêzên ewlehiyê. El-Ebid wekî “sindoqa reş” a biryarên leşkerî yên Beşar Esed dihat naskirin û yek ji wan kesên herî nêzîkî serokê rêjîmê bû.
Wezareta Navxwe da zanîn ku El-Ebid ne tenê rêveberekî îdarî bû, lê belê ew berpirsê rasterast ê gelek binpêkirinên giran û tawanên li dijî sivîlan e ku li seranserê Sûriyê hatine encamdan. Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku navê wî di gelek dosyayên taybet ên îşkence û operasyonên leşkerî yên li dijî bajarên Sûriyê de derbas dibe.
Ev operasyon wekî beşek ji zincîreke rêkarên ewlehî tê pênase kirin ku armanca wê girtina hemû fermandar û berpirsên pilebilind ên rêjîma Esed e. Wezaretê diyar kir ku armanca dawî ew e ku ev kes li beramberî dadgehê bersiva tawanên xwe bidin û li gorî qanûnan werin sizadan.
Girtina Wecîh Elî El-Ebid nîşan dide ku proseya paqijkirina saziyên dewletê û lêpirsîna ji serdema borî bi biryardarî berdewam dike.