Kêşeya “Baweriyê” di pêvajoya çareseriyê de: Nêrînên cuda yên Kurtulmuş û Gergerlioglu

Kêşeya "Baweriyê" di pêvajoya çareseriyê de: Nêrînên cuda yên Kurtulmuş û Gergerlioglu

Nîqaşên li ser “Pêvajoya Çareseriyê” û paşeroja pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bi daxuyaniyên berevajî yên rayedarên dewletê û nûnerên DEM Partiyê berdewam dikin. Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûq Gergerlioglu, li ser şêwaz û gavên avêtina pêngavên nû nêrînên cuda anîn ziman. Her çend her du alî giringiya berdewamiya pêvajoyê qebûl bikin jî, li ser mercên destpêkirinê li hev nakin.

Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bal kişand ser berpirsiyariyên PKKê û destnîşan kir ku sedema têkçûna hewldanên borî, neanîna cih a sozên çekdanînê ye. Kurtulmuş diyar kir ku eger rêxistinê di dema xwe de çek deyniba, niha pêvajo gihîştibû encameke serkeftî. Serokê Parlamenê bang li PKKê kir ku bê şert û merc çekan deyne daku rê li ber siyaseta demokratîk a di bin sîwana parlamenê de vebe.

Kurtulmuş di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi pêncî salên borî yên tije pevçûn kir û ragihand ku di bin sîwana parlamenê de, bi beşdariya hemû partiyan komîsyonekê nexşerêyek diyar kiriye. Serokê Parlamenê destnîşan kir ku ji bo serwerbûna biratiyê û demokratîkbûnê, li herêmê, bi taybetî li Îran û Sûriyeyê, ji bilî çekdanînê tu rêyeke din nemaye û ev gav ji bo asayîbûna herêmê mecbûrî ye.

Li aliyê din, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûq Gergerlioglu nêrînek cuda pêşkêş kir û diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a di navbera aliyan de, kêşeya “bawerî û garantiyên yasayî” ye. Gergerlioglu ji bo Kurdistan24ê ragihand ku her çend pêvajo bi temamî neseknibûya jî, lê niha her du alî (hikûmet û PKK) ji avêtina gavên berbiçav û cidî dûr dikevin û xwe ji berpirsiyariyê vedişêrin.

Gergerlioglu bal kişand ser parastina stratejîk a aliyan û anî ziman ku dewlet daxwaza çekdanîna yekser dike, lê PKK jî ji ber nebûna ewlehiyê daxwaza maseya yasayî dike. Gergerlioglu destnîşan kir ku ji bo çêbûna baweriyê, pêwîstiya PKKê bi guhertin û garantiyên yasayî heye daku rewşa çekdarên wan di çarçoveya qanûnî de were mîsogerkirin. Li gorî daxuyaniya wî, aliyê xwedî hêz hikûmet e û divê wekî her car îradeya xwe ya siyasî bi guhertinên yasayî nîşan bide.