Rêveberiya PKKê hêdî hêdî eşkere dike: Di navbera Qendîl û Dewletê de peywendiyeke telefonê heye

Bi mehan e em dibêjin ku gel tê xapandin. Hem dewlet û hem jî PKK gel dixapînin. Tenê beşeke piçûk ji tiştên ku diqewimin ji me re tê gotin. Danûstandin hatine kirin û li ser gelek mijaran lihevkirin çêbûye. Lêbelê, ji ber hevsengiyên krîtîk ên li Rojhilata Navîn, nemaze rewşa Îranê û helwesta Îsraîlê, dewleta Tirkiyeyê tercîh kiriye ku pêvajoyê hêdî hêdî bi rê ve bibe. Wekî din, giring e ku PKK û Ocalan neyên qelskirin û pirsgirêk ji hêla Kurdan ve were pejirandin. Ji ber vê yekê, di holê de ne serkeftineke PKKê heye û ne jî aştiyeke birûmet; tenê şanogeriyek heye ku Ocalan wekî “kevoka aştiyê” destnîşan dike.
Wisa xuya dike ku di vê şanoyê de beşekî nû dest pê dike. PKK dê dest pê bike û bêje “Dewlet bi me re mijûl dibe,” da ku bide xuyakirin ku wan ev hemû gav bêberamber neavêtine. Ji bo vê armancê, ew hêdî hêdî sînyalên pêşîn didin raya giştî û bingehê ji bo eşkereberdana peywendiyên ku bi dewleta Tirkiyeyê re hatine danîn, amade dikin.
Yek ji van pêşketinan duh di dezgehên medyayê yên girêdayî PKKê de qewimî. Nivîseke ku di Yeni Yaşamê de (rojnameya PKKê ya li Tirkiyeyê) bi navê Dr. Xeyrî Hezargol hate weşandin, gava yekem a di vê mijarê de nîşan da. Hezargol di nivîsa xwe de diyar kir: “Li gorî tiştên ku me bihîstiye, di navbera rayedarên dewletê û nûnerên Qendîlê de li derveyî herêma Qendîlê danûstandineke telefonê çêbûye. Em nizanin ev çiqas rast e; lê rayedarên dewletê û nûnerên Qendîlê heta li derveyî Qendîlê civînan jî li dar dixin.”
Balkêş e ku Dr. Xeyrî Hezargol agahdariyên ewqas giring parve kirine. Wisa dixuye ku navê Dr. Xeyrî Hezargol, navekî rûmûz (kod) e. Yanî, hin rayedarên PKKê bi navên kod gotaran dinivîsin. Li gorî hin çavkaniyên PKKê jî, ev kes Duran Kalkan bi xwe ye. Bê guman ev ne xaleke pir giring e; di dawiyê de gotareke wiha di medyaya PKKê de hate weşandin û hema hema hemû dezgehên medyaya PKKê ew li ser ekranên TV û platformên din parve kirin.
Dîsa, Amed Dicle ku endamekî rêveberiya medyayê ya PKKê ye, ev hevoka “rayedarên dewletê û nûnerên Qendîlê heta li derveyî Qendîlê civînan li dar dixin” ji gotarê girt û parve kir. Ev tê wê wateyê ku gotara Hezargol ne gotarek an şîroveyeke asayî ye; ew ji hêla PKKê ve ji bo manîpulyasyoneke kontrolkirî û ji bo amadekirina bingeha hin agahiyan hatiye weşandin.
Kêmtirî 24 demjimêran piştî weşandina vê gotarê, Fermandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî hevpeyvînek bi nivîskar û rojnamevana Al-Monitorê Amberin Zaman re kir. Ebdî diyar kir ku “bingehê serdana Enqereyê û hevdîtina bi Ocalan re amade ye û dibe ku di demek nêz de çêbibe.” Di gotareke ku me duh wekî Darka Mazî weşand de, me eşkere kiribû ku Mezlûm Ebdî di meha Adarê de serdana Îmraliyê kiribû. Me heta behs kiribû ku ne tenê Mezlûm, di heman demê de Îlham Ehmed, Duran Kalkan, Sebrî Ok, Besê Hozat û Hêlin Ûmit jî li Îmraliyê bi Ocalan re civiyane. Lêbelê, ev trafîka hatûçûna Îmraliyê hemû veşartî ma.
Û niha, dema ku em daxuyaniyên nivîskarê veşartî Hezargol û yandên Mazlûm Ebid bi hev re dixwînin, em vê yekê bi zelalî dibînin: PKK dê agahdariyên nû derbarê têkiliyên xwe yên bi dewletê re û hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re belav bike.
Çend sedem di bin belavkirina van agahiyan de hene. Pêşî, bertekeke mezin a raya giştî (bi taybetî alîgirên PKKê) heye. Li Ewropa, Rojava û her weha li Bakurê Kurdistanê, alîgirên PKKê dibêjin: “Heke lihevkirinek tune ye, çima çek hatin danîn? Ev teslîmbûn e.” Ev rewş zirarê dide îmajan Ocalan. Lêbelê, dewlet hîn jî pir hewcedarî Ocalan e. Ji bo ku ew wekî rêberekî ku her tişt bêberamber radest kiriye neyê dîtin, divê îmajeke wiha were afirandin ku qey tiştek hatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê, hevdîtin dê hêdî hêdî werin eşkerekirin. Bê guman, ev yek bêyî agahdariya dewleta Tirk nabe; daxuyaniyeke wiha ye ku bi dewletê re hatî koordinatkirin.
Yên ku PKKê baş nas dikin dizanin ku têkiliya di navbera Ocalan û dewleta Tirk de 50 sal in qet qut nebûye. Ev heman kes dizanin ku di demekê de ku raya giştî li ser tecrîda li ser Ocalan diqîre, di sêgoşeya Îmralî-Qendîl-Dewletê de zincîreyeke hevdîtinan heye. Em ji destpêkê ve vê yekê dibêjin, û her kesê ku xwedî aqil be jî vê dibêje: Bi dehan peymanên ku ji raya giştî re nehatine eşkerekirin û em pê nizanin hene. Em tên xapandin; şopa hespê û şopa kuçik tevlihev bûye. PKK bi dezenformasyona xwe ya hişmendî û bombebarana medyayê rastiyê vedişêre. Dewlet jî heman tiştî dike. Ya ku diqewime ev e: Kurd bi hêviya aştiyeke pûç tên qurbankirin. Kurd ketine xefka tora hêvî, aştî û azadiyê û li dû PKKê û dewletê tên kaşkirin.
Demekê, Tirkan li ser Kurdan digot: “Alavere dalavere, Kürt Mehmet nöbete”. Niha jî PKK û dewleta Tirk bi hev re dibêjin: “Alavere dalavere, Kurd Mehmet nobedar e.”
Kurdên dilsoz û hêja, şûtikên xwe girêdin, di demek nêzîk de rûpelek nû di “Şanoya Pêvajoyê” de vedibe. Çavên we ronî bin, PKK dê di demek nêz de agahiyên nû belav bike!