Hesekê: Di çarçoveya lihevkirina bi Şamê re girtiyên HSD’ê tên berdan

Hesekê: Di çarçoveya lihevkirina bi Şamê re girtiyên HSD’ê tên berdan

Di çarçoveya pêngaveke nû ya cîbicîkirina rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de, karwanekî girtiyên HSD’ê yên ku di destê Hikûmeta Veguhêz de bûn, gihîşt bajarê Hesekê û proseya berdana wan dest pê kir. Ev gamber wekî encameke berçav a diyaloga di navbera her du aliyan de tê nirxandin.

Karwanê navborî yê ku hejmareke zêde ya girtiyên HSD’ê tê de cih digirt, gihîşt baregeha Foca Melbiyeyê ya li gundewarê bajarê Hesekê. Hat ragihandin ku ev gav di çarçoveya peymana fermî ya 29ê Çileya borî de, ya ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta navendî ya Şamê de hatibû îmzekirin, tê avêtin.

Têkildarî mijarê, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed li ser hesabê xwe yê tora civakî “X”ê daxuyaniyek belav kir û lîsteya fermî ya navên 88 girtiyên ku biryara azadkirina wan hatiye dayîn, bi raya giştî re parve kir. Parêzgar tekez kir ku ev prose dê qonax bi qonax berdewam bike.

Hate ragihandin ku proseya serbestberdanê di bin çavdêriya rasterast a tîma serokatiyê ya taybet de birêve diçe. Ev xebat bi hevahengiyeke nêzîk di navbera Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) Merwan Elî de tê meşandin da ku tu pirsgirêkên ewlehiyê dernekevin.

Li gorî plansaziyê, biryar e ku karwanê girtiyan piştî rênivîsên li Foca Melbiyeyê, ber bi Bajarê Werzîşê yê li taxa Guweranê ya bajarê Hesekê ve biçe. Li wê derê, bi sedan malbat û welatî ji bo pêşwazîkirina xizmên xwe yên azadkirî civiyane û li benda hatina karwanî ne.

Parêzgariya Hesekê beriya niha jî daxuyandibû ku azadkirina girtiyan dê di çend qonaxên cuda de berdewam bike heta ku ev dosye bi temamî û bi dawî bibe. Çavdêrên siyasî vê gava dawî wekî nîşaneyeke xurt a pêşketina diyaloga siyasî ya navbera Rêveberiya Xweser û Şamê dinirxînin.