Ferîd Azad li hemberî leşkeran dijiwariya xwe nîşan da: “Ez leşkeriyê nakim”

Ferîd Azad li hemberî leşkeran dijiwariya xwe nîşan da: "Ez leşkeriyê nakim"

Berdevkê Tevgera Vejînê Ferîd Azad, dîmenên nîqaşeke taybet a di navbera xwe û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de parve kirin. Di dîmenan de tê dîtin ku Azad bi biryardarî û bi zimanê Kurdî red dike ku belgeya fermî ya leşkeriyê îmze bike. Li hemberî zextên leşkeran ên ku dibêjin “Ji ber ku te leşkerî nekiriye, divê tu îmzeyê biavêjî”, Azad helwesta xwe naguherîne û dibêje: “Ez îmzeyê naavêjim belgeya leşkeriyê.”

Li gorî zanyariyên ku di vîdyoyê de cih digirin, rûdan dema ku Berdevkê Tevgera Vejînê Ferîd Azad ji Diyarbekirê ber bi bajarê Mûşê ve diçû, qewimiye. Di xala kontrolê ya li ser rêyê de, wesayîta Azad ji aliyê leşkeran ve hatiye rawestandin û piştî kontrolkirina nasnameyê, polîtîkaya leşkeriyê hatiye sepandin.

Hate dîtin ku leşkeran gef li Azad xwarine û jê re gotine: “Eger tu vê belgeya fermî îmze nekî, em dê te desteser bikin.” Tevî van gefan û zextên psîkolojîk jî, Berdevkê Tevgera Vejînê li ser helwesta xwe israr kiriye û parastina xwe bi zimanê dayikê meşandiye.

Di berdewamiya nîqaşê de, her çend leşkeran çendîn caran diyar kirine ku ew bi Kurdî nizanin û daxwaz kirine ku bi Tirkî biaxive jî, Ferîd Azad bi awayekî berdewam axaftina xwe tenê bi zimanê Kurdî domandiye. Piştî berxwedana daxuyaniyê û nîqaşên dirêj, hate ragihandin ku Ferîd Azad bêyî ku îmzeyê biavêje, serbest hatiye berdan û li ser rêya xwe ya ber bi Mûşê ve berdewam kiriye.